'Darbe bandorê li ser kesên ku pirsgirêka wan bi pergalê re heye dike’

14:22

JINHA

STENBOL –Rojnameger Canan Yildiz nobeta ji bo Rojnameya Ozgur Gundemê hatiye destpêkirin dewr girt û balkişand ser geşedanên dawî yê bi hewldanan darbeyê re pêk hatine û wiha got: “Wekê ku operasyoneke li dijî Cemaata Gulen hatiye kirin tê dîtin lê em agahiyên ku ku hevalên me yên rojnameger yên bi salane bi cemaatê re têkoşiyane tên girtin digirin. Darbe herî zêde bandorê li ser kesên pirsgirêka wan bi pergalê re heye dike.”

Rojnamegera ÎMC TV’yê Canan Yildizê bi armanca piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê derhêneriya weşana wê dewr girt. Cananê destpêkê bi xebatkarên rojnameyê re sernavên nûçeyan û nûçe nîqaş kirin û piştre jî ji bo nûçeyê divê di rojnameyê de derkevin pêş pêşniyar kirin. Piştre Canan axivî û balkişand ser girîngiya cih girtina nobetê û diyar kir ku wê zextên li ser rojnamegeran zêdetir bibe.

'Licem rojnamegerên bi rumet cih girtin gelek bi nirxe’

Cananê destnîşan kir k udi vê pêvajoyê de kirina rojnamegeriyê gelek zehmete û got: “Li cem rojnamegerên ku ji bo vê pîşeyê bi fikarin cih girtin gelek bi nirxe. Em dikarin dest bidin hev û vê ronahiyê bibin rojên baş.

‘Darbe bandorê li ser kesên pirsgirêka wan bi pergalê re heye dike’

Cananê behsa bandora rewşa OHAL’ê kir û got herî zêde wê çepgir û Kurd di bin bandora vê de bimînin. Cananê got: “Berê ti carî lînç evqas rewa nehatibû dîtin. Evqas normal nebibû. Wekê ku operasyoneke li dijî Cemaata Gulen hatiye kirin tê dîtin lê em agahiyên ku ku hevalên me yên rojnameger yên bi salane bi cemaatê re têkoşiyane tên girtin digirin. Darbe herî zêde bandorê li ser kesên pirsgirêka wan bi pergalê re heye dike.”

(tm/hu)