Li Amedê dengê çekan bilind bû
15:50
JINHA
AMED - Li nêzî Leşkergeha Galîp Denîza Amedê dengê çekan bilind bû.
Li navçeya Rezan a navendî ya Amedê li dijî noqteya venêrînê ya Polîsan a li Semta Batikentê ji hêla kesên nasnameya wan nediyar ve êrîşeke çekdarî pêk hat. Bi êrîşê re ji gellek noqteyên nêz û Muduriyeta Polîsan a Amedê bo herêmê polîs hatin sewqkirin. Kesên êrîş pêk anîn li pêyî xwe şop nehiştin û li ser vê polîs li herêmê bi gellek wesayîtên zirxî dest bi lêgerînê kirin.
Hat diyarkirin ku di êrîşê de mirî û birîndar çênebûne.
Her wiha piştî êrîşê xaçerêya Batikentê ji hêla polîsan ve hat girtin û ekîpmanên lêkolînê jî li cihê bûyerê dest bi vekolandinê kirin.
Li gel vê polîs li nêzî cihê bûyerê venêrîna nasnameyan dikin.
(kom/rc)