Dayikên Aştiyê: Ocalan gotibû wê ‘darbe çêbibê’

15:52

JINHA

ENQERE- Dayikên Aştiyê piştî ku şeva 15’ê Tîrmehê ‘hewldana darbeyê’ hatin kirin û OHAL hat îlan kirin, ji bo şert û mercên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxwuyanî dan çapêmeniyê û wîha gotin: “bi hewldana darbeyê hêzên dewletê xwestin werin ser desthilatdariyê.” Her wiha diyar kirin ku ew ji bo rewş û tenduristiya Abdullah Ocalan bi gumanin û di bin tecrîda giran de dijî.

Hinek komên di nav TSK’ê de di 15’ê Tîrmehê de ‘hewl dan ku darbê bikin’ û piştî wê di civîna MGK’ê de biryara OHAL’ê hat girtin. Biryara OHAL’ê bi dengên AKP’ê û CHP’ê li parlemento wek qanûn hat qebûl kirin. Dayikên Aştiyê li Şaxa Enqere Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyanî dan çapêmeniyê û banga ‘Bila hemû kes ji darbe û şer re bejê na’ kirin.

'Ocalan gotibû ‘Wê darbe çêbibe’

Li ser navê dayikên Aştiyê Yildiz Bahçecî mafê axaftinê girt û got ku ew piştî ‘hewldana darbeyê’ ji jiyan û tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi gumanin. Yildizê got: “Em tenduristiya Abdullah meraq dikin û ji bo ve jî em bi guman in. Hewldana darbeyê li Tirkî berî 7’ê hezîranê diyar bû, çêbûbû lê ser girtî bû. Birêz Abdullah Ocalan sala 2013’an de gotibû ‘Wê darbe çêbibê. Eger li Tirkiyê aştiyêk saxlam çênebê dê li Tirkiyê her tim hewldanên darbeyan bên jiyandin. Gotinên Birêz Abdullah Ocalan hemû rast derketin.”

'Bila hemû kes ji şer re bejê na’

Yildizê diyar kir ku balefirên ku şeva 15’ê Tîrmehê Enqerê bombe kirin ev 40 sale Kurdistanê bombe dikê û wiha dom kir: “Divê em hevdu fêm bikin û em dengê gelê Kurdistanê bibîhîzin. Gelê Kurdistanê ev 40 salê şer dikin. Êdî bila hemû kes ji vî şerî re bibejê ‘Bila şer rawestê.’ Şer hemû ke têşîne û xirakirina çêdikê.”

Yildizê bi lêv kir ku heya Abdullah Ocalan azad nebe ev welat jî azad nabê û wiha axivî: “Dema dewletê li nêrînên Abdullah Ocalan ku gotî ‘ We darbe çêbibê’ guhdarkiriba dibê ku îro hewldanan darbeyê û ev qas komkujî nehatiba e jiyin.”

'Darbeya sivîl berdewam dike’

Pîşt re li ser navê Dayika Aştiyê Songul Çelîk daxuyanî da. Songulê da zanîn ku ew niha di nava aloziyê de jiyan dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em roja 8’ê Hezîranê bi darbeya sivîl şiyar bûn. Darbe berdewam dikir bi teybetî komkujiya mitînga HDP, komkujiya Pîrsusê û komkujiya li Gara Enqerê. Ev tiştên tên jiyan kirin şerê desthilatdariyê ye. Êşa herî ku dikşînin Elewî, Kurd û gelên dinin.”

'Li vî welatî tenê gelek najî’

Songulê anî ziman ku AKP’ê hewldana darbeyê ji ajî xwe ve bidinê û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Niha tiştên ji darbêya leşgerî girantir tên jiyan kirin. Hemû saziyên welat hatin valakirin. AKP yên ne ji wan tasfiye dike. Li vî welatî daxwazê gel hen in. Lê Serokkomar tukesî nabînê û hertim di bejê ‘Yek welat yek gelêk û ziman.’ Li vî welatî tenê gelêk jiyan nakê.”

'Em ê bloga demokrasiyê berfirih bikin’

Songul dest nîşan kir ku dema leşkeran li Kurdistanê komkujî dikirin leşker nîşan dikirin û heman leşkeran li kolanan linç dikin û wiha axaftina xwe ber bi dawî bir: “Niha yên ku dijberî wanin neqenc bûn. Ji bo Serokkomar li ser îktîdarê bimînê gelên bihev didê şikandin. Bi salanê li Kurdistanê OHAL berdewam dikê. Heya pirsgirêka Kurda newê çareserkirin dê aştî û demokrasî newê vî welatî. Ji bo bila dîsa meseya çareseriyê bê danîn. Banga me ji hemû kesî re werin em bloga aştiyê vekin.”

(de-mc/dt-hu)