Buroya Huqûqê ya Asrin: Tu baweriyeke vê biryarê tune ye

19:20

JINHA

STENBOL - Piştî Dadweriya Înfazê ya 1'emîn a Bûrsayê li Girava Îmraliyê mafên serdêr, pêwendiya nivîskî û hevdîtina bi têlefonan a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din re di dema OHAL'ê de bi her awayî qedexe kir. Li ser vê Buroya Huqûqê ya Asrinê bertek nîşan da û wiha got, "Di biryara ku hatiye dayîn de astengkirina mafê parêzeran ê hevdîtinê cih nagire û bi awayekî zagonî jî astengkirina hevdîtinên wekîl-muwekîl nayên qebûlkirin" û ragihand ku ew dê di demeke kurt de li dijî vê biryara derhuqûqî îtîraz bê kirin.

Piştî hewldana derbeyê derbareyê tenduristî û ewleyiya Rêberê PKK'ê Abdûllah de şik û guman xwe dan der. Li ser vê gelek caran malbat û parêzerên Abdullah Ocalan bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê hemû serîlêdanên wan hatin redkirin. Di serîlêdana herî dawî de jî bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Dadweriya Înfazê ya 1'emîn a Bûrsayê OHAL wek hincet nîşan da û bo 3 mehan li Girava Îmraliyê mafên serdêr, pêwendiya nivîskî û hevdîtina bi têlefonan a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din re qedexe kir. Li ser vê Buroya Huqûqê ya Asrinê bi daxuyaniyeke nivîskî bertekên xwe dan der.

Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin, "Beriya her tiştî divê bê diyarkirin ku astengiyên ku li jorê hatin gotin bi sala ne tên sepandin û bi vî awayî li Girtîgeha Îmraliyê di navbera pêkanînên beriya hewldana derbeya leşkerî û yên piştî wê tu ferq tune ne. Ji ber vê ji hêla huqûqî ve tu baweriyeke vê biryarê tune ye."

(kom/rc)