ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Kaniya Kurdan yek ji semtên kevin ya Kobanê ye. Li gel ku kaniyên wê miçiqîne jî, ji gelê Kurd re bû çavkaniya rizgariyê.
*Li her malek ya Kantona Kobanê mirov dikare rastê giyayê Boxîr bê. Ev giyayê ku ji bo xemlê tê bikar anîn, tê gotin ku çavên xirab jî ji malê dûr dixîne. Her wiha ev giya bi destê jinan tên berhev kirin û wek dermanê jî bikar tînin. (BI DÎMENE)
* Parêzer û cigira hevserokê giştî ya DBP’ê Ferîde Laçîn geşedanên şeva hewldana darbeyê hatin jiyîn û biryarên piştî wê hatin girtin nirxand û bibîr xist ku Bulent Arinç şeva darbeyê xwe di bodrumê de parastiye û got: “Yên ku ji bo Cizîr û Sûrê gotin ‘çi karê wan di bodruman de hebûn?’ destpêkê ew li bodruman stirîn. Em jî îro vedigerin û dibêjin ; Çi hewcebû hun li TBMM’ê ketin stargehê. Çima hun ketin bodruman? Demekî dema bombebaran bê kirin mirov dikevin bodruman."
*Piştî daxuyaniya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan a civîna MGK’ê, ji OHD’ê Pinar Konak nirxand û got: “ Îlankirina OHAL’ê wê bibê sebeba aloziyên nû. Dema berdewam kirina OHAL’ê jî dê ji bo pirsgirekên welat nebe çareserî û ne gavek raste.”
*Parlamentera HDP’ê ya Edenê Meral Daniş Beştaşê biryara cigirê serokwezîr Numan Kurtulmuş ya ku wê AÎHS’ê rawestandinê nirxand û got: “AÎHS bê rawestandin jî wê di rewşên wekê îşkence, mirin, binçavkirinên dij hiqûqê de pêşiya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê vekirî be. Ev maf, mafên ku bi ti awayî nekarin bê rawestandinê ne.”
* Asya Belge ya 90 salî ku di jiyana xwe de her tim li dijî êş û zextan berxwe daye, niha dipê ku qedexeya li Şirnexê rabe û vegere mala xwe. Yên di bîra dayika Asya de mane jî Doktor Baran, Agît Sînan, Adil û şervana jina destê wê hêne kirî…
* Endamên KCDP'ê ya Îzmîrê têkîldarê banga hikûmetê piştî hewla darbê û êrîşên zayendî ên hember jinan pêk tên nirxandin û wiha gotin, "Em hem rastî tundiya dewletê tên hem jî yê hewirdorê."
*Zarokên ku li ser erda rast bi keviran ‘Hurşît Kulter li ku ye?’ dinvîsin wiha gotin: “Heya Hurşît Kulter neyê dîtin, em ê di hemû lîstikên xwe de bibêjin Hurşît Kulter li kuye. Bila niha bê dîtin em ê bilîzin.”