Kaniya Kurdan
09:01
JINHA
KOBANÊ-Kaniya Kurdan yek ji semtên kevin ya Kobanê ye. Li gel ku kaniyên wê miçiqîne jî, ji gelê Kurd re bû çavkaniya rizgariyê.
Kaniya Kurdan ku dikeve bakûrê rojhilatê bajar, li sînorê di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de cih digire. Di taxê de nêzîk 30.000 niştecih dijîn. Navê vê taxê ji kaniyên wê yên boş tê ku di demên Osmaniyan de jê re digotin 'Arap Pinari'. Li kaniya Kurdan gireke piçûk heye ku tê de demên borî kanî hebûne, lê niha zuha ne. Niştecihên gund diyar dikin ku Dewleta Tirkiyê li nêzîk kaniyê di salên 1988'an de pir bîr kolane û ji ber vê sedemê kanî zuha bûne. Her wiha şêniyên taxê dan diyar kirin ku beriya kanî zuha bibin li taxa Kaniya Kurdan piranî Erebên Koçber demsalên biharê dihatin û konên xwe li ber kaniyan vedidan, sewalên xwe xwedî dikirin.
Yek ji nişteciha taxê Şemsê Şahîn wiha got, "Şêniyên vê taxê debara xwe bi çandiniyê dikirin. Silka şeker, savar û hwd. diçandin. Ev tax bi darên mezin yên cûr be cûr xemilîbû. Wan deman pir av hebû, lê niha av zûha bûye. Ji ber dewleta Tirkan bîr kola, lewre jî êdî tiştek nayê çandin û karê çandiniyê jî nemaye."
Xanim Hec Ehmed jî diyar kir ku welatî di demên borî de pembû diçandin û sewalên xwe xwedî dikirin û wiha pêde çû, "Jiyana me xweş bû. Her derê bostan hebû. Me heywan xwedî kir. Lê demekê kanî tam ziha bû, sala din me nêrî aveke zirav herikî û sala dîtir qet av nema. Niha em tenê bêriya wan deman dikin. Kanî ziha bûye, çandinî nemaye, gel jî koçber bûye û ji vir çûn."
Kaniya Kurdan di 26'ê meha Çile ya 2015'an cihê herî dawî bû ku di bajar de ji destên çeteyan hate rizgarkirin. Ala YPG-YPJ piştî şerê çar mehan a di bajêr de li ser girê Kaniya Kurdan hate hildan û azadiya Kobanê hate îlankirin.
(cg/rc)