Meral Daniş: Mafê jiyanê nayê rawestandin

09:06

Duygu Erol / JINHA

ENQERE-Parlamentera HDP’ê ya Edenê Meral Daniş Beştaşê biryara cigirê serokwezîr Numan Kurtulmuş ya ku wê AÎHS’ê rawestandinê nirxand û got: “AÎHS bê rawestandin jî wê di rewşên wekê îşkence, mirin, binçavkirinên dij hiqûqê de pêşiya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê vekirî be. Ev maf, mafên ku bi ti awayî nekarin bê rawestandinê ne.”

Piştî biryara OHAL’ê ya ku di MGK’ê de hat girtin şûnde cigirê serokwezîr Numan Kurtulmuş axivî û got Peymana Mafê Mirovana Ewropayê (AÎHS) wê di seranserê OHAL’ê de di çarçoveya xala 15’emîn de bê rawestandin û got di van 3 mehan de wê peyman pêk neyê. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaşê balkişand ser rewşê û diyar kir ku di rewşa ku peyam bê rawestandin jî zelalbûna mijarên wekê qedexeya koletiyê û mafê jiyanê cezaya bê qanûn û qedexeya îşkenceyê nekar bê nîqaş kirin û got: “Di her şert û mercî de wê daraz pêk bê. Bêguman ne wek pêvajoya normal. Di pêvajoyên OHAL û rêveberiyên teng de prosedur hêdî dimeşe û girtina biryaran zehmetire.”

'Nekare îşkence bê kirin, mafê jiyanê nekare bê astengkirin’

Meralê di berdewamiyê de diyar kir ku rawestandina AÎHS’ê nayê wateya ku bikujin, îşkece bikin û binçav bikin û wiha berdewam kir: “Di vê warî de di alî destura bingehîn de mafê serlêdanê heye. AÎHS vê dibêje ‘di rewşa ku peyam bê rawestandin jî zelalbûna mijarên wekê qedexeya koletiyê û mafê jiyanê cezaya bê qanûn û qedexeya îşkenceyê nekar bê nîqaş kirin’. Yanî ev maf tên parastin. Yanî AÎHS bê rawestandin ti kes nekare bê îşkencekirin û kuştin.”

'AÎHS bê sekinandin jî pêşiya DMME’ê vekiriye’

Meralê destnîşan kir ku di dema OHAL’ê de rayeyên mezin didan Waliyan û got: “Waliyên ku rayeyên mezin digirtin, biryar qedexekirina meş, çalakî û civînan dida. Biryara binçavkirinê dida. Ya surgunkirinê dida. Em ji salên 90’î de baş dizanin ku niha AÎHS bê rawestandin jî di rewşên îşkence mirin û binçavirinan de pêşiya DMME’ê vekiriye. Ev maf bi ti awayî nekare bê rawestandin.”

'Prosedur wê hêdî bimeşe’

Meralê da zanîn ku di her şert û mercî de wê pêvajoya darazê bimeşe û lê di pêvajoya OHAL û rêveberiya teng de wê prosedur hinek hêdî bimeşe û biyar wê zehmetir bên dayîn.

'Li Kurdistanê ji xwe pêkanînên OHAL’ê hene’

Meralê wiha berdewam kir: “Ger bi biryara OHAL’ê re raye nebaş bên bikaranîn wê bi rastî Tirkiye bikeve rojên tarî. Ji xwe azadiya fikr, raman û çapemeniyê tê binpêkirin. Peymana Hiqûqê ya Şer a Cenevreyê tê piştguhkirin. Şewitandin û înfazkirina mirovan a di bodrum û qadên vekirî de bi ti awayî ne li gor hiqûqê ye.”

Meralê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku yekane rêya ku darbeyan têk bibe eve ku divê di esasa nirxên gerdunî ya navneteweyî de statndartên demokrasiyê bên bilindkirin.

(hu)