Mêrê ku keça xwe li cihê DAIŞ'ê lê hebû hişt hat girtin
09:45
JINHA
MÎNBÎC – Mêrê ku ji Mînbîcê reviya û keça xwe li cihê ku DAIŞ lê bû hişt, ji aliyê Meclîsa Gel a Mînbîcê ve hat girtin. Li gorî agahiyên hatine girtin keçika li navendê maye hatiye înfazkirin.
Meclîsa Gel a Mînbîcê mêrê ku keça xwe da çeteyên DAIŞ’ê girt û her wiha meclîsê diyar kir ku mêrê mijara gotineye dema ji nvendê revyaye keça xwe li wir hiştiye û agahî girtine ku keçik ji aliyê çeteyan ve hatiye înfazkirin.
Ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê ve di 1’ê Hezîranê de pêngava azadkirina Mînbîcê hat destpêkirin. Gelek bûyertên ku rûyê reş yê DAIŞ’ê deşîfre dike hene li vir. Yek ji van jî li herêma Kale Necîm hat jiyîn. Ev bûyerên ku nêzîkatiya DAIŞ’ê ya li dijî jinê tespît bike sextekariya xwe ya di mijara nirxên îslamî de nîşan dide. Mêrekî ku ji aliyê Meclîsa Gel a Mînbîcê ve hat girtin, li gorî agahiyên hatine girtin keça xwe gelek caran daye çeteyên DAIŞ’ê.
Keça wî ji aliyê çeteyan ve hat qetilkirin
Mêrê ku li ser îfadeya cîranan hat girtin û ji ber pêvajoya darazê navê wî nehat aşkerakirin, li gorî îfadeyên wî, îdia dike ku keça wî bi zora çekê ji aliyê çeteyê DAIŞ’ê ve hatiye girtin û got: “Keça min du roj şûnde anîn û gotin kafire. Di vê navberê de 200 dolar danîn malê.” Îfadeyên cîranan û îdiayên wî yên bi naqok rastî derxist holê ku wî keça xwe daye çeteyên DAIŞ’ê. Aliyê herî bi êş yê bûyerê jî eve ku dema leşkerên meclîsa Mînbîcê nêzî herêmê bûne, wî keça xwe li wir hiştiye û revyaye.
(dy/hu)