'Em ji du alî ve rastî şîdetê tên'
09:52
JINHA
ÎZMÎR - Endamên KCDP'ê ya Îzmîrê têkîldarê banga hikûmetê piştî hewla darbê û êrîşên zayendî ên hember jinan pêk tên nirxandin û wiha gotin, "Em hem rastî tundiya dewletê tên hem jî yê hewirdorê."
Piştî hewla darbeyê girseyê ku daketibûn kolanan êrîş birin ser jinan, li bajarên Tirkan gelek jin rastî gef û êrîşên zayendî hatin. Endamên Platforma Em ê Cînayetên Jinan bidin Rawestandin a Îzmîrê têkîldarê mijarê nirxandin kirin û diyar kirin ku ew hem ji aliyê dewletê ve hem jî ji aliyê hewirdor ve rastî şîdetê têne. Yek ji endamê Platformê Suzan Ozturk diyar kir ku piştî hewla darbê û daketina girse yê kolanan gelek guman û fikar pêk hatine û wiha got, "Dibe ku niha tiştek bi me ne qewimiye, lê di demên borî de bûyerên wiha gelek pêk hatine."
'Ez li vir êdî bêhnê nagrim'
Suzanê da zanîn ku dê mirin û bûyerên cuda biqewimin û wiha pêde çû, "Êdî wê cil û bergê mirovan jî werin guhertin. Heya vê bêhnê dibe ku tiştek min bandor nekiribe, lê belê li Stenbol, Enqere û Konyayê ev yek dest pêkiriye û tê jiyan kirin. Ji hevalên xwe ên wir agahî digrim. Ez li hember bûyerên ku tên jîn ne bi hêvîme. 21 salî me, bila kes hêviyê xwe wenda neke, lê belê ez hêviyê xwe li vî welatî wenda dikim. Ez li vir êdî bêhnê nagrim."
'Sîstema hiqûqî nayê piştçav kirin'
Funda Ozdemîr jî wiha got, "Ez li hember darbeyê me. Lê li şûna ku gel û leşkeran bînin hember hevdû dikarîbûn di nav sîstemek hiqûqî de çareser bikin. Di nav gelan de qutbê pêşdixin. Gumanên min henin. Ji xwe ji ber cînayetên ser jinan û tacîzê zarokan giraniyek ser me avabibû. Ev bûyerê ku qewimî jî derdek nû avakir. Sîstema hiqûqî nayê piştçav kirin. Diviya bu serokomar û hikumet berî gel daxîne kolanan vê yekê hesab kiriba. Eger darbe têkçûye, girse çima hîna li kolanan di nobetê dene. Girse bi zirarê dayîna derdorê xwe hewil didin împaratoriya tirsê avabikin. Di vî welatî de gel di nava ahangiyek de bi hevre jiyan dikirin, ez ne alîgirê şerim. Em hem rastî tundiya dewletê tên hem jî yê hewirdorê."
((mb-öö/rc)