Lamîaya malbata wê hat qetilkirin: Ez di bin gefa mirinê de me
10:43
JINHA
MÊRDÎN – Mêrê bi navê Mehmet Altundere, dayik, xwişk û bavê hevjîna xwe Lamîayê qetil kir. Mehmet Altundere hîna nehatiye girtin û Lamîaya ku ev 15 salan şîdet dît jî niha di bin gefê de ye. Lamîa ji jinan piştgiriyê dipê û dixwaze bi piştevaniya jinê Mehmet Altundere bê girtin.
Mehmet Altundere di 18’ê Tîrmehê de li navçeya Savur a Mêrdînê, dayika hevjîna xwe Şehrîban, bavê wê Îsa û xwişka wê Nadîre qetil kir. Mehmet Altundere yê 70 salî ku hîna nehatiye girtin, niha gefan li Lamîayê û kesên din yên malbatê dixwe. Tiştên ku Lamîa dijî nîşan dide ku zîhniyeta sersest ya mêr çawa nêzî jinê dibe. Lamîa ya ku nizanibû bi kesekî ku 30 salî jê mezintire re dizewice, bi salan rastî şîdetê hat.
Lamîa ku piştgiriya jinan dipê, nekare ji mala xwe derkeve. Lamîayê got ew hewl dide berxwe bide û wih agot: “Min 15 salan şîdet ji hevjînê xwe dît. Hevjînê min Mehmet Altundere her tim şîdet li min dikir. Heqeret û îftere dikir. Li bedena min şopên îşkenceyê hebûn. Zewaca min olîbû. Zewaca wî ya ewil fermî bû. Ew hîna didome. Ez wek hêwî çûm. Êdî hêza min nemabû. Ez wek qurban serjêkirim. Min nedixwest ez bizewicim. Min nedizanî kî min dixwaze. Malbatê got me qebûl kiriye. Min nedizanî 30 salan j imin mezintire. Hevjînê min piştre got min ti bi pereyan kiriye. Min çend caran ji malbata xwe re got min xilas bikin. Lê wan dîsa ez şandim. Kes xwedî li min derneket. Min pir êş kişand. Her tim gef li min dixwar. Ez bi şev nekarîbûm razêm. Şevekê pir li min xist. Wê şevê ez ji malê derketim.”
Lamîayê got di şeva 18’ê Tîrmehê de hevjînê wê tê mala bavê wê û dayik, bav û xwişka wê dikuje û got xwezî ne xwişka wê, ew bimrana. Lamîayê da zanîn ku gundiyan dizanibû ku wê hevjînê min komkujiyê bike, ji ber her roj ez tehdîd dikirim.
Lamîayê bi lêv kir ku hevînê wê yê komkujî kiriye hîna li kolanan serbest digere û got hîna jî tehdîdan li wê û malbata wê dike û got bila hikûmet xwedî li min derkeve.
‘Em bang li hemû jinan dikin’
Dotmama Lamîayê, Havîn Yukselê diyar kir ku ji malbatekê bi sê guleyan sê kesî jiyana xwe ji dest da û got: “ Mehmet Altundere û teqsîvanê ligel wî jî hevkarê sûce. Teqsîvan bi zextên malbatê teslîm dibe. Lê roja din tê berdan. Lamîayê bi salan îşkence û zilm dît. Bila hemû jin dengê me bibîhizin. Bila hesabê komkujiyê bê pirsîn û ewlehiya Lamîayê bêgirtin. Nadire hîna 20 salî bû. dixwend. Xeyalên wê hebûn.”
(ea-ce/hu)