'Nisêbîn ax, mal û dilê me ye'
11:14
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku 5 heyve 'qedexeyê derketina kolanê' lê dewam dike, li taxên Yenîşehîr û Dîcleyê bi têlan dora wê tê girtin. Jinên ku benda vegerê taxên xwe ne, diyar kirin ku ew ê dimildest dest bi xebatê înşayê bikin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê 132 rojin 'qedexeyê derketina kolanê' lê dewam dike. Ligel qedexeyê li taxên Yenîşehîr û Dîcleyê hewirdorê wê bi têlan tê girtin. Jinên ku benda vegerêne diyar kirin ku an ew ê li cihê xaniyên wan hatî xirakirin kon vedin û bijîn an jî dê ji axê xaniyên nû înşa bikin. Jinên ku agangiya jiyanê kirine yek wiha dibêjin, "Nisêbîn her tiştê meye û em li wir kêfxweş dijiyan. Nisêbîn ax û malê meye."
'Malê me xirab kirin lê em ê konê ser axê xwe vedin'
Şadiye Duman da zanîn ku 5 heyve ew ji Nisêbînê derketiye û wiha got, "Li Nisêbînê xaniyê min tu qat ser hevbûn. Li qata xarê cihê karsaziyê mebû û zarokên min li wir dixebitin. Lê niha em di kirê de rûniştîne û 600 lîrayan didin kirê. Carnan 200 û carnan jî 300-400 fatureyê elektrîkê tê. Em nikarin vir bimînin divê em vegerin Nisêbînê. Li vir parvekirina jiyanê nîne, li Nisêbînê ligel cîranan me jiyana xwe parvedikir. Nisêbîn di dilê min de ye. Em ji ax û warên xwe hezdikin. Em ê tevî cîranên xwe ji nûve jiyanê înşa bikin."
'Tu di zanabûnê şerdeyî û derûniyê te xirab dibe'
Xwendekara lîseyê Mîne Duman jî wiha qala bûyerên ku li Nisêbînê jiyan kiriye kir, "Min nekarî dibistana xwe bixwînim. Ez hevalên xwe meraq dikim. Şebeke nakêşe, av û elektrîk tuneye. Pêdiviyên xwarinê bi zehmetî tên peyda kirin. Em xwînê dibînin û her roj ji ber dengê çekan xew nakeve çavê me. Zarok digrîn lê em nikarin bêdeng bikin. Tu di zanabûnê şerdeyî û derûniyê te xirab dibe. Ez êdî dixwazim carek din vegerim Nisêbînê. Zaroktiyê min li wir derbasbû, ji bo min her tişte. Nisêbîn biçûkbû û her kes hev dinasî."
'Em aramiyê dixwazin'
Murşîda Karakuş diyar kir ku polîsan ew bi zorê ji Nisêbînê derxistine û wiha pêde çû, "Gava hatim Nisêbînê 4 salîbûm. Ji 20 salî û pêve ez dirûtinê dikim. Nisêbîn ax, mal û dilê meye. Me li Nisêbînê dirûtinê dikir, bostan diçand, nanê tendûrê çêdikir û sewze difrot pê debara xwe dikir. Li vir pêdiviyên jiyanê girane. Ez nexweşê şekirim. Li vir bêhna min tang dibe. Xaniyê me xirab kiribin jî em ê li ser axê xwe bijîn. Em TOKÎ naxwezin. Gelê li wir dijiya ziman û ramanê hev dizane. Em nava biyaniyan de nikarin aram bijîn. Em êdî aramiyê dixwazin."
(ce-ea/rc)