Koleja Dîcle Firatê hat girtin!

12:59

JINHA

AMED - Li Amedê piştî hewldana derbeyê, Koleja Dîcle Firatê ya ku bi kurdî perwerdehiyê dide, bi hinceta pevgirêdana wê bi Cemaeta Fethûllah Gulenî re heye hat girtin.

Piştî hewldana derbeya leşkerî, di baregeha operasyonên li dijî Cemaeta Fethûllah Gulenî de li Tirkiye û Kurdistanê gelek dibistan û wargehên xwendekaran hatin girtin. Li Peyasa Amedê jî polîsan bi ser Koleja Dîcle Firatê ya ku bi kurdî perwerdehiyê dide girtin. Dibistana ku bi kurdî, îngilîzî û tirkî perwerdehiyê dide bi hinceta "Di nêv lîsteya dibistanên cemaetê de navê wê heye" hat girtin.

Li dibistanê lêgerîna polîsan didome û tê payîn ku dê berpirsiyarên dibistanê daxuyaniyê bidin.

(rc)