Xizmên wendayan: Em dê hesab bipirsin

14:21

JINHA

AMED/ ÊLÎH - Malbatên xizmên xwe di bin çavan de winda kirine û saziyên mafên mirovan, li Êlih û Amedê çalakî pêk anîn û diyar kirin heke kujer bihatan dîtn dê derbe pêk nehata na.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windayan bi dirûşma "Bila Winda bên Dîtin Kujer bên Darizandin" di hefteya 389'an de li ber Birdariya Mafên Jiyanê ya Koşuyolu Parkê hatin gel hev. Di çalakiyê de endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER û gelek kes beşdar bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta welatiyê bi navê Mehmetcan Ayşîn ê berî 22 salan li gundê Hendîv a navçeya Licê ya Amedê hat binçavkirin hat pirsîn.

Berî çalakiya rûniştinê Alîkarê Serokê Giştiyê ÎHD'ê û Serokê Şaxa Amedê Racî Bîlîcî axaftinek kir û da zanîn heke kujer bihatana dîtin, dê derbe pêk nehata. Racî ragihandina OHAL'ê jî rexne kir û ev tişt got: "Her kesê ku derdikeve derveyî hiqûqê heke hesab neyê pirsîn, dê bi vî rengî derkevin derveyî hiqûqê."

'Hemû berdan, bavê min bernedan'

Piştî axaftinên Bîlîcî, keca Mehmetcan Ayşîn Ayşe Ayşîn axivî û diyar kir ku bavê wê di 5'ê Gulana 1994'an de li gundê Hendîv a navçeya Licê hatiye binçavkirin û ev 22 sale tu agahî jê nayê girtin. Ayşe got leşkeran bi ser gundê wan de girtiye û wiha axivî: "Bi bavê min re 12-13 kes hatin binçavkirin. Piştî 8 rojan kesên di bin çavan de hatin berdan, lê bavê min bernedan. Cejna Qurbanê bû. Cejin derbas bû, vê carê girtina binçavan qebûl nekirin. Me gelek daxwazname dan. Lê tu encam nehat bi dest xisitin. Xwedê heqê me ji kesî renehêle."

Piştî axaftinan 5 deqan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH

Li Êlihê jî malbatên windayan û saziyên mafên mirovan di hefteya 389'an de li Kolana Gulistanê hatin gel hev û xwestin aqûbeta windayan bên aşkera kirin. Alîkarê Serokê ÎHD'ê Îlyas Tarim di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û fikarên xwe anî ziman. Îlyas aşkera kir ku divê rojek ji ya din zûtir rewşa Abdullah Ocalan bê aşkera kirin.

Em dê hesab bipirsin

Sekreterê Şaxa ÎHD'ê Devran Yildiz jî da zanîn ku ew dê hesabê canên ku hatine dayîn bipirsin û nameya Dayika Şemiyê Raziye Ay ya di 10'ê Tîrmeha 1993'yan kurê xwe Aydin Ay windakiribû û ji bo wî nivîsîbû xand. Name wiha ye: "Raziye Ay, kurê min Aydin Ay di sala 1966'an de hatiye dinê. Di mala hejmara wê 24 di kuçeya 2100 û di kolana 21'an a 19'ê Gulanê de rûdinişt. Debara malbata me bi karên înşaetê dikir. Girêdayî malbata xwe bû, di 10'ê Tîrmeha 1993'yan de ji hêla 4 kesên bi cilên sivîl ve hat revandin. Ev 23 sal e em tu agahiyê jê nagirin."

Devran bang li rayedarên dewletê jî kir û xwest der barê windayan de agahiyê bide.

(bc-za/rc)