Nûçeyên rojnamegera xelatkirî Zehra Dogan sûc hat dîtin!
14:27
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Edîtora Ajansa me Zehra Dogan ku bi mehane li Nisêbînê nûçeyan dişopîne û rojek berê li Mêrdînê hat binçavkirin, nûçeyên ku çêkiribûn û parvekirinên wê yên çapemeniya civakî sûc hatin dîtin. Zehrayê ku heta îro îmze avêt gelek nûçeyên girîng bi nûçeya xwe ya sernavê ‘Qêrîna jinên Êzidî’ 18’emîn Xela Rojnamegeriya Metîn Goktepe girt û di heman demê de bi wêneyên ku xêz dikir jî şahidî dikir.
Edîtora ajansa me Zehra Dogan û şêwirmendê parlamenterê HDP’ê Alî Atalan, Malzum Kavak rojek berê li Mêrdînê di kafeya ku runiştibûn de hatin biçavkirin, derxistin edliyeyê. Zehra û Mazlum li Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê îfadeyên wan hatin girtin û nûçe û parvekirinên çapemeniya civakî yên Zehrayê sûc hatin hesibandin. Her wiha Zehrayê di îfadeya ku da de sûcdarî qebûl nekir û got hemû nûçeyên wê di çarçoveya faliyetên rojnamegeriyê de hatine kirin û got ew endama Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê ye.
Bi ‘Qêrîna jinên Êzidî’ xelat girt
Edîtora me Zehra Dogan bi mehan bû li Nisêbînê nûçe dişopand. Di vê demê de dengê gelek jinan û şahidiya xwe vegot û di heman demê de xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe girtibû.
Zehra ji roja JINHA ava bûye heta niha bi gelek nûçeyan geşedanên li Kurdistanê tên jiyîn vegot û sala borî bi nûçeya xwe ya ‘Qêrîna Jinên Êzidî’ Xela Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe girt.
Zehrayê di nûçeya xwe ya 3’ê Adara 2015’an de ya bi navê ‘Qêrîna Jinên Êzidî’ , bi gelek jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin yên li gelek nokteyên yên wekê Til Alfer, Baaj, Aseyba, Rabîa, Şengal, Koço, Til Azer, Suudî Erebîstan û Rakkayê ku bi 10 dolarî hatine firotin re hevdîtin kir.
Zehrayê ne tenê bi nûçeyên xwe, bi xêzên xwe jî bal dikişand. Zehra ku di heman demê de wênesaze, bûyerên di qedexeyê de xêz kir.
Rojnamegerî ne sûc e!
Hevalên Zehrayê jî bertek nîşan da û diyar kirin ku Zehra bi salane bi nûçe û xêzên xwe tiştên ku gelê Kurd û jinên kurd dijîn vedibêje û got rojnameger bi nûçeyên ku çêdikin nekarin bên darizandin.
(sy\hu)