Dayikên Şemiyê: Ne derbe, demokrasî; ne OHAL, aşitî
15:00
JINHA
STENBOL - Dayikên Şemiyê, di hefteya xwe yî lêgerîna edaletê ya 591'emîn de, li dijî biryara OHAL'ê bertekên xwe dan der. Dayikên Şemiyê yên ku gotin "Herî zêde em bi derbeyê dizanin" wiha axivîn, "Em ne derbeyê, demokrasiyê; ne OHAL'ê, aşitiyê dixwazin. Li her derî ji bo her kesî em daxwaza mafên mirovan dikin."
Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta xizmên xwe yî di bin çavan de hatin windakirin bipirsin û kiryarên wan bên darizandin di hefteya 591'emîn de careke din li ber Lîseya Galatasarayê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in, winda li kuderê ne" hat vekirin û wêneyên kesên windakirî û yên Rêveberê DBP'a Şirnexê Hurşît Kulter ê ku ev 58 roj e tu agahî jê nayên girtin hat hilgirtin. Her wiha Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû û malbata Berkîn Elvan jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de ewil Mûzaffer Yedîgol; birayê Nûrettîn Yedîgol ê ku piştî derbeya 12'ê Îlonê li Stenbolê hat binçavkirin û bi îşkenceyê hat kuştin û her wiha pişt re cenazeyê wî hat windakirin, axivî.
Mûzaffer got herî zêde ew bi serdemên derbeyan dizanin û anî ziman ku wan di 12'ê Îlonê de gelek kes windakirine û 12'ê Îlonê ji kûr ve tesîr li dil û ruhê wan kiriye. Mûzaffer diyar kir ku ew li dijî her cure derbeyê ne û wiha got, "Hûn çawa derbekarên 15'ê Tîrmehê didarizînin, divê hûn yên 12'ê Îlonê jî bidarizînin. We li odeya nexweşxaneyê Kenan Evrenî darizand, lê mêrik henekê xwe bi me dikir."
Piştî Mûzaffer, Mîkaîl Kirbayir, birayê Cemîl Kirbayir ê ku di 9'ê Cotmeha 1980'an de di bin çavan de hat windakirin axivî. Cemîl diyar kir ku feraseta 12'ê Îlonê hîn jî didome û wiha got, "Herî baş Dayika Berfo ya ku 30 sale bi hêviya ku dê kurê wê were derî neqefiland, bi derbeyê dizane."Farûk Eren, birayê Hayrettîn Eren ê ku di sala 1980'yî de di bin çavan de hat windakirin jî diyar kir ku ew li dijî derbeyê ne û dest nîşan kir ku bes derbe bi demokrasiyê re dikare ji holê rabe.
'Em demokrasî û aşitiyê dixwazin'
Piştî Farûk Tayyîp Canan, kurê Abdûllah Canan ê ku 16 sal berê li Gevera Colemêrgê hat windakirin axivî. Tayyîp diyar kir ku li bajarên kurdan gund tên şewitand û rûxandin û bi vê re bîranînên wan jî hatine windakirin û wiha got, "Bavê min pênûsek da min. Got bila pênûsa te çeka te be. Lê belê pênûsên me jî şikandin. Em hem li dijî OHAL'ê hem jî li dijî derbeyê ne. Em demokrasî û aşitiyê dixwazin."
'Dev ji pêkanînên derbeyî berdin'
Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû jî got derbe ne bi OHAL'ê, bi dorfirehkirina demokrasiyê pêkane. Sezgîn dest nîşan kir ku bi biryarnameya OHAL'ê re maweya di bin çavan de bûye 30 roj û got maweya 30 rojî ya binçavkirinê tê wateya îşkenceyên herî dijwar. Sezgîn wiha bang li hikûmetê kir, "Dev ji pêkanînên derbeyî berdin."
'Li her derî ji bo her kesî em daxwaza mafên mirovan dikin'
Vê heftê jî daxuyaniya çapemeniyê Parêzer Gulseren Yolerî xwend. Gulseren ya ku got "Li her derî ji bo her kesî em daxwaza mafên mirovan dikin" wiha axivî, "Hikûmeta ku her dixwaze şert û mercên derbeya ku hatiye astengkirin bide der, OHAL îlan kir. Pişt re agahî da Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê û daxuyand ku wan Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê pasîfîze kiriye. Li dijî hewldana derbeyî ji dêvla nirxên gerdûnî yên demokrasiyê, rêbazên li dijî maf û azadiyê yên êrîşkar ku derbekar serî li wan didin hilbijart."
'Bila ji kesên ku Alî Ûçar winda kirin hesab bê birsîn'
Gulserenê dest nîşan kir ku ji bo ku îro li her derî ronahî xwe bide der ji dêvla binpêkirin û pasîfîzekirina maf û azadiyan, divê civak li dor huqûq û demokrasiyê bibe xelek û balê kişand ser çîroka Alî Ûçar ê ku di sala 1997'an di bin çavan de hat windakirin.
Gûlserenê bi bîr xist ku Alî Ûçarê 44 salî li gundê Hermesê yê Êlihê dijiya û ji ber ku cerdevanî qebûl nekiriye bi awayekî dijwar rastî êrîşên leşkeran hatiye û got, ji ber van êrîşan Alî Ûçar û malbata xwe çûne Kercewsê. Gulserenê da zanîn ku di 9'ê Tîrmeha 1997'an de dema ji bo danûstendinê Alî ji mala xwe li kercewsê derdikeve derve, ji hundirê dikanê bi darê zorê tê derxstin û revandin. Gulserenê wiha got, "Ûçarê ku ji wê rojê de tu xeber jê nehat wergirtin, di 13'ê Tebaxa 1997'an de li nêzî gundê Acirli yê Midyada Mêrdînê bedena wî ya guleberankirî hat dîtin. Derbareyê kesên ku ji kuştina Ûçar berpirsiyar in, lêpirsîneke xwe neda der. Dosye li refên dozgeriyê li ber rizandinê ye. Bila bêcezatiya 19 salan a di dosyeya Ûçar de bi dawî bibe û divê hesab ji kesên ku Ûçar windakirin bê pirsîn."
Herî dawî Gûlserenê wiha got, "Em ne derbeyê, demokrasiyê; ne OHAL'ê, aşitiyê dixwazin. Li her derî ji bo her kesî em daxwaza mafên mirovan dikin.
((tm/rt/rc)