ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Komaleya Rojava ji bo Geverê xebatên xwe bilez berdewam dikin. Xebatkarên dildar ên Komaleyê diyarkirin ku divê her kes ji bo Geverê hesas detbigerin û destê alîkariyê dirêj bikin.

*Jinên Xacortê gotin ku ew ê li hember polîtîkayên dewletê ku dixwazin kurda bi kurda bikin dijmin û ‘sîxwûr’ bisekinin û bertek nîşan dan. Jinan gotin, “Polîsê dewletê dixwazin bi fesadiyê navbera Kurdan de tevlî hevî çêbikin. Kurd piştî vê têkoşîna dirêj wê serî li hember îktîdara ku dixwaze gelan berde hev netewîne.”

*Jinên li taxa Gaziyê dijîn gotin: “Piştî hewldana darbeyê kesên bi cubbeyan êrîşî taxên Elewiyan kirin bi plane."

*Hikûmeta AKP’ê ku xwe nêzî peymana Penaberan a Netewên Yekbûyî nake, di carekê de ‘welatîbûn’ avêt holê. Parlametera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaşê rewş nirxand û got: “bi mijara welatîbûnê re cîhadiyên selefî ku sûcên mezin pe kirine û bi destê xwe xwedî kirine, wê biparêzin. Hewl didin van sûcan jî ji holê rabikin. Ev pir nehat nîqaşkirin lê mijarek gelek cidiye. Ji ber ku bi awayî daxuyaniyek bi pîvan nehat kirin. Di mijara penaberan de divê teqez sînorên hiqûqî hebin. Ev mijarek cidiye. Em bersivê diwazin.”

*Rolên zayenda civakî li zarokan beriya dibistanê tê ferzkirin. Nokteya herî girîng ya ku rolên mêr-jintiyê ferz dikin bêguman çîrokin.

*Jin, di 3’ê Tebaxê de bi armanca balê bikişîninin ser êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî gelê Şengalê pêk anî, wê ‘çalakiya bêdengiyê ya deqeyekê’ pêk bîne.

* Endama Meclîsa Jinên KCD'ê Benazîr Coşkun û Berdevka SKM'ê Fadîme Çelebî têkîldarê îlankirina OHAL'ê û geşedanên dawî nirxandin kirin û banga bilind kirina têkoşînê li hember pêkanînên antî-demokratîk kirin."

*Havîna 9 salî ya ku piştî îlankirina parastina cewherî bi mihan bû şahîde êrîşên hêzên dewletê û bal kişand ser biryarê OHAL'ê hat îlan kirin û wiha got: “Eger tiştên ku me jiyan kir zarokên çepên tirka jiyan bikira dê derûniya wan xira bûba.”