'Heya zivistanê em ê Geverê ji nû ve avabikin'

09:01

JINHA

WAN - Komaleya Rojava ji bo Geverê xebatên xwe bilez berdewam dikin. Xebatkarên dildar ên Komaleyê diyarkirin ku divê her kes ji bo Geverê hesas detbigerin û destê alîkariyê dirêj bikin.

Piştî êrîşên qirkirina nijadî dawîbun welatiyên Gevera Colemêrgê vedigerin ser axa xwe. Bi pêşengiya Komeleya piştevanî û Alîkariyê ya Rojava xebatên ji nû ve avakirinê didomin. Zêdetir ser amadekariyên zivistanê xebat tên kirin. Xebatkarên Komaleya Rojava yên dildar diyar kirin ku ji bo ji nû ve avakirina Geverê tişta ji destê wan bê dê bikin û gotin: "Em bang li welatiyan jî dikin pêşiya me de zivistan heye, bila hemû dest bidin yêk û ji bo welatiyên Geverê hesas tevbigerin. Em ê stoqên xwe ji bo zivistanê amade bikin. Bila welatiyên me yê xêr xwaz jî çîmento, beton, hesinan ji bo welatiyên Geverê bişînin."

'Bila welatî ji bo Geverê hesas tevbigerin'

Xebatkara Komaleya Rojava ya dildar Cahîde Saglam wiha li ser xebatên xwe axivî: "Welatiyên me jî bo Geverê destê xwe dirêj kirin, lê niha pêşiya me de zivistan heye û em xwe ji bo wê amade dikin. Bila welatiyên me hinekdin jî hesas tevbigerin. Em ê êdî Geverê wek berê ava bikin. Ji bo wê jî hewceye ku welatiyên me destê xwe dirêj bikin. Xêr xwaz dikarin çîmento, hesinan ji bo înşakirina avahiyan bişînin. Bila dayikên Geverê jî zivistanê bikarin di mala xwe de runin.

'Divê her kes dest bidin hev û Geverê ji nû ve avabikin'

Xebatkara dildar Behîce Abî jî li ser înşakirina Geverê sekinî û wiha axivî: "Hemû kes dizane pêşiya me de zivîstan heye û zivistanên me jî dijwar derbas dibin. Em jî dixwazin welatiyên me jî destê xwe dirêj bikin û heya zivistanê Geverê ji nû ve avabikin. Welatiyên koçber bûyî û hatî Wanê jî vedigeriyan ser axa xwe. Ji bo vê bila xêrxwaz jî bo zivistanê destê xwe zû bide Geverê. Em ji bo zivistana dijwar ardûyan jî komdikin."

Behîce ji bo cejna qurbanê jî diyar kir ku ji niha de bila her kes xêr û qurbanên xwe ji bo Geverê bişînin û got: "Pêşiya me cejna kurbanê hêye. Em ê li gundan bigerin, ji bo welatî kurbanên xwe bexşînin ji bo malbatên Geverê. Em bang li hemû kesan dikin bila alikariya wan bigihe welatiyên Geverê."

(hk-db/zt)