'Em ê serî li hember îktîdara ku dixwaze gel bi hevxîne netewînin'

09:02

JINHA

WAN – Jinên Xacortê gotin ku ew ê li hember polîtîkayên dewletê ku dixwazin kurda bi kurda bikin dijmin û ‘sîxwûr’ bisekinin û bertek nîşan dan. Jinan gotin, “Polîsê dewletê dixwazin bi fesadiyê navbera Kurdan de tevlî hevî çêbikin. Kurd piştî vê têkoşîna dirêj wê serî li hember îktîdara ku dixwaze gelan berde hev netewîne.”

Li taxa Xaçorta Wanê hêzên dewletê nêzî salekê li ser gel tundiya derûnî û fîzikî pêk tîne. Jinên Wanê bertek nîşanî polîtîkayên dewletê ên gel kirine dijminê hev dan û wiha gotin, "Polîs li taxên me hewldide provakatoriyê bike." Ji jinan Fatma Gorur diyar kir ku ew bi şev ji ber dengê çekan û bombeyan nema dikarin malê rakevin û wiha got, "bertek nîşanî ku demên dawî dê dewlet Kurda bi Kurda dibê şîkandin dan. Ji van jinan Fatma Gorur diyar kir ku ew van rojan ji ber dengê çêkan bombeya nikarin ji malê derbikevin û wiha got, "Ji bo ku wesayîtên zirxî qadên zarokan yên lîstikê teng dikin dema ku wesayît derbas dibin zarok keviran tavêjin. Polîs hewldidin li taxan provokasyon bikin. Ev şerê di navbera zarok polîsan de bi seatan berdewam dike. Em ji polîsan natirsin lê bi wesayîtên zirxî li me gefan dixwin. Em êdî li taxê aramiyê dixwazin.”

'Bila AKP’ê dev ji lîstokê ku kurda bi kurda bi hev bidê şikandin berde’

Feyroz Miroglu jî diyar kir ku polîs bi serdegirtina malan mijarên hesas dixin nava gel de û wiha pêde çû, “Polîs piştî serdegirtina taxê ji min re dibêjin ‘cirana te navê te daye’ û diçin ji cirana min re jî heman tişt dibêjin û dixwazin min û cirana min ya 30 sale em jiyanê parvedikin, berdin hev, dijminiyê avabikin. Polîs di navbera ciranande şika çêdikin. Ez ê çawa ji cirana xwe 30 sale ku nan û ava hev dixwin şik bibim.” Feyrozê dest nîşan kir ku polîs bi fesadiyê wê nekaribin navbera Kurdan de dijminahî çêbikin û wiha domand, "Em ê li hember desthilatdariyê serê xwe netewînin. Kurd piştî ve têkoşîna direj serî li tu deshilatan natewîne. Wek dayîk em ê heya bêhna xwe yê dawiyê ji bo aştiyê têbikoşin."

'Em aştiyek bi rûmet dixwazin’

Zekiye Duman jî bilêv kir ku ew 9 salan li taxa Xaçort dijî û têkiliyê wê li gel cîranên wê mîna yê malbatê bihêze. Zekiyeyê wiha dirêjî da gotina xwe, "Dewlet bi zanebûn dibêje di navbera wede 'sîxwûr' heye. Armanc gel berdana heve û bawerî ji holê rakirine. Em di ferqa van lîstikan dene. Ew ê tu car neghên armancê xwe. Em aştiyek bi rûmet dixwazin. Eger ji bo aştiyê şer divê em ji tu kes netirsin."

(htk /dt/rc)