'Êrîşên hember taxên Elewiyan plankirîne'

09:03

Gûlfidan Ataman-Ruken Tuncel/ JINHA

STENBOL – Jinên li taxa Gaziyê dijîn gotin: “Piştî hewldana darbeyê kesên bi cubbeyan êrîşî taxên Elewiyan kirin bi plane."

Piştî hewldana darbê Serokkamar Recep Tayyîp Erdagan û hikûmeta desthilatdar ji bo derketina kolanan bangî gel kir û li gelek bajaran li taxên ku Elewî lê dijîn êrîş pêk hatin. Yek ji taxên ku Elewî lê dijîn û rastî êrîşan hatiye taxa Gaziyê ye. Di 15’ê Tîrmehê de komekî bi diruşma ‘Allah-u Ekber’ ketin nava taxan û ji welatiyan xwestin ku derbikevin kolana. Li ser vê yekê bûyer li taxê qewimîn. Jinên Elewî aloziyên ku li taxa Gaziyê hatin jiyandin ji ajansa JINHA' yê re vegotin. Jinan wiha gotin, “Em ditirsin ku qatlîamên wek Mereş û Çorumê bên jiyan kirine.”

Necla Akdogdu ya ku ev 10 sale li taxa Gaziyê jiyan dike ji bo aloziyên ku li kolanan tên jiyandin diyar kir ku ew nikarin derkevin kolana û wiha got: “Li vir gelê Kurd, Elewî, Sunnî, Tirk bi hevre jiyan dikin. Yanî pirsgireka me nîne. Lê komên ku ji derve tên aloziyan derdixin û bûyer di qewim in.” Neclayê da zanîn ku dema 15’ê Tîrmehê hewldana darbeya qewimî hevjîn û zarokên wê ji derve bûn û wiha berdewam kir: “Êrîşên çekdarî çêbûn em pir tirsiyan. Piştî wê li taxên Elewiyan êrîş pêhatin."

'Gumanê me bi OHAL'ê re komkujiyek li Gaziyê pêk wereye'

Jina bi navê Akgul Demirel jî ev tişt gotin, “Li taxa Gaziyê tundî pir zêdene. Li taxê polîs kêm nabin. Ne niha berê jî êrîş pêk dihatin. Yên ku piştî hewldana darbeyê êrîş kirin kesên ji derve hatin bûn. Polîs li pişt komê disekine û dûvre bombeyê gazê tavêjin. Li taxê me kesên bi cubbelî jiyan nakin. Em ditirsin bi OHAL’ê re qatlîamên mîn Mereş û Çorumê bên jiyan kirine. Ji her alîve êrîş hene. Mamosteyê ku branşa wî olê bi zarokan îlahiyan didê guhdar kirin. Ji ber ku keça min li îlahiya guhdar nekiriyê mamoste ji xwendekarên din re gotiyê di ‘Ew li îlahiya guhdar nake di navbera dersê lêxin.’ Keça min li ba gernînde giliyên mamoste dike û dîsa tu encam nehat sitandin û roja din ez çûm dibistanê. Tenê gernînder mamoste hişyar kir. Tundiyên bi vî rengî pirin. Mamoste ji nîşeyê zarokên me kêm dike.”

'Neviyê min ditirs ku derkevê kolanê!'

Naîme Sever a ku bi salane li taxa Gaziyê jiyan dike jî wiha got: “Derûniya zarokên me xirabûye. Neviyê min yê 5 salî ditirse ku derkeve şaneşînê. Ez dixwazim zarokan bibim parqê lê ji min re dibêjin ‘Pîrikê em neçin dê polîs gazê bavejin me.’ Piştî 4 rojan min karîbû neviyê xwe derbixim ji derve. Em welatiyên taxê dibêjin ev bûyer bi rengek plan kirî tên kirin.”

(rt/dt/rc)