Jin wê di 3’ê Tebaxê de ‘çalakiya bêdengiyê ya deqeyekî’ pêk bînin
09:07
Şehrîban Aslan – Bêrîtan Elyakut / JINHA
AMED- Jin, di 3’ê Tebaxê de bi armanca balê bikişîninin ser êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî gelê Şengalê pêk anî, wê ‘çalakiya bêdengiyê ya deqeyekê’ pêk bîne.
Gelê Êzidî yên 73 caran bi qirkirinê re rû bi rû man di 3’ê Tebaxa 2014’an de rastî êrîşa DAIŞ’ê hatin û komkujî pêk hat. Gelê Êzidî tevî ku 73 caran rastî qirkirinÊ hatin, bi awayî dest ji baweriya xwe bernedan û bi pêşengiya jinan berxwedaneke mezin nîşan dan. Jinên Şengalê ku parastina xwe ya cewherî û rêxistinbûna xwe pêk anîn herî dawî ‘Meclîsa Jinan a Şengalê’ avakirin. Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de bi hezaran jin hatin qetilkirin û bi hezaran dîl hatin girtin. Bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) ve ‘Platforma ji bo jinên dîl hatine girtin têkoşîn’ hat avakirin. Jinên Şengalê wê têkildarî qirkirinê de di serî de li Kurdistanê û li her derê cîhanê wê di 3’ê Tebaxê de ‘çalakiya bêdengiyê ya deqeyekê’ pêk bînin.
Ayşeyê da zanîn ku dem ali dijî gelê Şengalê êrîş pêk hat li Rojava jî şoreş dihat jiyîn û got: “Me di pêvajoyekê de du hest bi hev re jiya. Şengalê tecrubeyek mezin bi me da qezenckirin. Ji ber şerên hatin jiyîn hewcedarî bi parastina cewherî hat dîtin. Ger parastina cewherî tinebe wê bûyerên wek Şengalê bên jiyîn. Me wek KJA’yê ji bo jinên şengalê platform ava kr. Ne tenê jinên Kurd, jinên Tirkiye, Suriye û Iraqê jî di platformê de hene.
‘DAIŞ teqîna emperyal a serdestiya mêr e’
Ayşeyê bi lêv kir ku jinên Şengalê êdî di berxwedanê de rola pêşeng dilîze û got: “DAIŞ di sedsala 21’ê de olê bikartîne, zorê dike, tecawiz dike, zindî dişewitîne. DAIŞ teqîne emperyal a serdestiya mêr e. Li Rojhilata Navîn berxwedana mezin a jinan heye. Ji ber vê jî hedefa êrîşan jinin. Jinên Şengalê jî li dijî vê parastina xwe ya cewherî kirin.”
Ayşeyê got jinên Şengalê têkildarî 3’ê Tebaxê de bang li hemû jinan kiriye û got divê hemû jinên cîhanê piştgiriyê bide van bangan. Ayşeyê da zanîn ku Rojava, Başur, Bakur û jinên Kibrisê bersiv da vê bangê û ketin nava hewldan. Ayşeyê bi lêv kir k udi 3’ê Tebaxê de bi 5,10,20 jinan wê saet di 11.00’an de çalakiya bêdengiyê ya deqeyekê pêk were.
(hu)