Li gundên Kobanê avakirina komînan

09:17

JINHA

KOBANÊ - Li xeta rojavayê Kantona Kobanê, li gundê Mijkom 1. Komîna xweser hat avakirin. Jinên gund avakirina komîna xweser bi coşek mezin pêşwazî kirin.

Li Kantona Kobanê di çerçoveyê hemleya avakirina komînên xweser ya ku bi pêşengiya Kongra Star dest pêkiriye berdewam dike. Li gundê Mijkomê ku dikeve rojavayê Kobanê komîna xweser bi coşek mezin ya jinan hat avakirin. Avakirina komîna xweser bi deqeyek rêzgirtinê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pêkir. Ji boyî komîn bi rê ku pêkî bimeşe 5 komîte hatin avakirin. Komita tenduristî, aborî, perwerde, parastin û lîjneyê lihevanînê. Têkîldarê avakirina komînên xweser û wateyê wê de Rêveberên Kongra Star ya Kobanê Sara Xelîl û Xalîse Şêx axaftin kirin.

'Jin bingeha serkeftinê ye'

Li ser girîngî û wateya komînê endama rêvebiriya Kongra Star Xalîse axivî û wiha behsa rola komîna xweser kir, "Wek tê zanîn meha Tîrmehê ji bo gelê Rojava mehek girînge. Di vê mehê da hem Rêber Apo hatiye Kobanê û hem jî di 14 Tîrmeha 1982'an de li girtîgeha Amedê tovên berxwedanê hatine avîtin û di 19 Tîrmehê da jî me weke gelê Rojava dest bi şoreşê kir. Ji ber vê yekê divê mehê de damezirandin komîna xweser ji boyî me jinan rihê serkeftinê ye. Dema jin bibin pêşengên civakê, serkeftina civakê misoger dibe. Di vê çerçoveyê de em dixwazin li tevahî gundan komînên xweser avabikin. Em hêvî dikin ku wê her jin bibe kevirê bingehîn a serkeftina civakê.''

'Jina perwerdekirî civaka perwerde kiriye'

Endama rêvebiriya Kongra Star Sara Xelîl jî li ser erk û rola komîteyan axivî û wiha got, "Di her komînê de 5 komîte hatine avakirin û erka van komîteyan ew e ku komînê komî ser hev bike. Divê komîteyek bikaribe erka xwe pêk bîne. Ya ewlekarî pêwîste bi awayekî herî baş ewlehiyê gund bigir. Weke jin ji boyî me parastin û perwerde mijarên serekene. Jina perwerde kirî civaka perwerde kiriye. Ji boyî wê em jin pêwîste bi her awayî xwe perwerde bikin.''

Piştî komîn hat avakirin, berdevka komînê û alîgirê wê jî ji aliyê jinan ve hatin hilbijartin. Di dawî de jinan bi gerandina govedê û tilîliyan avakirina komînê pîroz kirin.

(bs/rc)