'Divê di OHAL'ê de jin xeleka têkoşînê mezin bikin'
10:12
JINHA
STENBOL - Endama Meclîsa Jinên KCD'ê Benazîr Coşkun û Berdevka SKM'ê Fadîme Çelebî têkîldarê îlankirina OHAL'ê û geşedanên dawî nirxandin kirin û banga bilind kirina têkoşînê li hember pêkanînên antî-demokratîk kirin.
Jinan diyar kirin ku pêk anînên Rewşê Awerte (OHAL) herî zêde dê jinan bêşîne û gotin divê têkoşîna rêxistinê bê mezin kirin. Endama Meclîsa Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Benazîr Coşkun da zanîn ku, bi rewşê awerte re demên binçavkirinê hatine dirêj kirin û pêkanînên giran li hember girtiyên siyasî zêde bûne û got, "Bûyer û pêk anîn nîşan dide bi OHAL'ê re çi wê xwe bide der."
'Divê em demokrasiyê bi hevre bihûnin'
Benazîr têkîldarê dirêjkirina binçavkirinan de jî wiha got, "30'î roj binçavkirin tê wateyê îşkenceya fîîlî. Ev yek jî rewakirina îşkancêye. Armanca pêkanînên antîdemokratîk jî tirs avakirine. Dewlet di gelek waran de tengav bûye, ji hegemonyayê hundirîn tewîz tên dayîn. Ji ber vê yekê wê bixwazin tevahî hêzên muxalîf bitirsinin û bi pêkanînên îşkenceyê bêdeng bikin. Divê em li hember cuntayê leşkerî, darbeyê sivîl û OHAL'ê serî netewînin. Divê em demokrasiyê bi hevre bihûnin. Divê bi taybet jin bên gel hev û li hember êrîşên zayendî biryarê têkoşînek hevpar bide û platformek yê têkoşînê avabike. Ji ber çiqas bêdengî çêdibe dewlet ewqas êrîşê qadan dike."
'Pêwîste li kolanan bersiv bên dayîn û têkoşîn bê mezin kirin'
Berdevka Meclîsa Jinên Sosyalîst Fadîme Çelebî jî destnîşan kir ku ji 15'ê Tîrmehê û pêve li Tirkiyê gelek bûyer tên jiyan kirin û wiha got, "Li Tirkiyê pergalê îşkencê di dewrê deye. Ev yek nayê pejrandin. Bi vê pêvajoyê re wê êrîş li hember jinan jî zêde bibin. Maf li tirkiyê hatî binpêkirin. Divê jin li hember vê pêvajoyê xwe bi rêxistin bikin. Pêwîste li kolanan bersiv bên dayîn û têkoşîn bê mezin kirin. Divê di OHAL'ê de jin xeleka têkoşînê mezin bikin."
(nö/rc)