Li Dersimê 12 kes hatin binçavkirin
10:49
JINHA
DERSIM - Yekîneyên polîsan li Dersimê derî şikandin û bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 12 kesên di navde Endamê Meclîsa HDP'ê Alî Ekber Kaya û nûçegîhana ETHA Ezgi Ozer jî heye binçav kirin.
Yekîneyên polîsan li taxa Sihenk a Dersimê derî bi zorê şikandin û bi ser malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de lêgerîn pêk anîn û endamê Meclîsa HDP'ê Alî Ekber Kaya, Nuçegîhana Ajansa Nuçeyan a Etkin (ETHA) Ezgî Ozer û endamên ESP, SGDF Mustafa Naci Toper, Ozgur Kiraz, Şerife Erbay, Îlke Başak Baydar, Yunus Varli, Sila Kaymak, Ceren Çoban, Umît Tekin, Muhammet Kaya û Hakan Kavut binçav kirin. Hat diyar kirin ku kesên hatin binçavkirin ji bo bîranîna kesên di komkujiya 20'ê Tîrmehê de li Pîrsûsê hatin qetilkirin bibîr bîne kom bûbûn.
Kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Dersimê.
(kom/rc)