Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi mersîmeke girseyî hatin oxirkirin

10:56

JINHA

QAMIŞLO- Pênc şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku di operasiyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de, di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, li şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şihab Hîmo, Merwan Îsa, Kîm Hisên, Ebdullkerîm Hisên, Rohat Amargî ku di operasiyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe jidest dane, bi merasîmeke girseyî li şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan hatin oxirkirin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir, piştre YPG'ê û Hêzên Asayîşê merasîma leşkerî lidarxistin. Piştî merasîma leşkerî bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Karker Emîn, bi navê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya, bi navê Yekîtiya Oldarên Kantona Cizîrê Mihemed Xerzî axifîn.

Her wiha nasnameyên şehîdan hatin xwendin. Ji hêla Ruha Hisên ve jî helbestek li ser şervanê YPG'ê Kîm Hisên hate gotin.

Merasîm bi tilîliyên dayîkan û dirûşmeyên 'Şehîd namirin' bidawî bû.

(cg/hs/rc)