CRA: Bila Zehra Dogan bi lezgîn bê berdan

13:10

JINHA

AMED - Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA), girtina Edîtora JINHA'yê Zehra Dogan şermezar kir û xwest bi lezgîn serbest bê berdan. CRA, diyar kir ku yên rastiyê dinivîsin tên girtin yên derewan dinivisin jî tên parastin û ew dê her dem li pişt kesên ratiyan dinivîsin cih bigirin.

Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) têkildarî girtina Edîtora me Zehra Dogan daxuyaniyek nivîskî da û xwest bi lezgîn Zehra Dogan serbest bê berdan. CRA'yê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku Edîtora JINHA'yê Zehra Dogan ji ber li Nisêbînê rastî nivîsand hat girtin û wiha got: "Li Tirkiye yên rastiyê dinivîsin û bi civakê re parve dikin tên girtin. Lê yên rastiyan berovajî dikin, rastiyan wekî derew û derewan jî wekî rast nîşan didin ji aliyê hikûmetê ve tên parastin. Kesên ku nekarîbûn biçin Nisêbînê rastiyan bişopînin Edîtora JINHA'yê Zehra Dogan çû bi mehan di nava şer de rastî şopand. Piştî di 22'ê Tîrmehê de dema ji Nisêbînê derket hat binçavkirin û roja din hat girtin. Zehra li ser îfadeya kesên nepen hat girtin."

'Bila bi lezgîn serbest bê berdan'

CRA da zanîn ku Zehra Dogan li ser îfadeya kesên ku wê nas nake hatiye girtin û wiha berdewam kir: "Zehra Dogan tenê ji ber rastî nivîsand û rojnamegerî kir hat girtin. Zehra Dogan hem emdama Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye û hem jî endama CRA'yê ye. Lê li gel vê yekê dîsa hat girtin. Em wekî CRA'yê girtina Etîtora JINHA Zehra Dogan şermezar dikin û dixwazin bi lezgîn serbest bê berdan. Heta niha gelek nûçegîhanên JINHA ku rastî nivîsandin hatin astengkirin. Gelek caran malpera JINHA hat sansurkirin. Em her dem ligel JINHA ne. Em êrîşên li ser JINHA û nûçegîhanên JIHNA'yê şermezar dikin. Em dê her dem li pişt kesên rastiyê dinivîsin cih bigirin. Em dê her dem mafê rojnamegerên ku rastiyê dinivîsin biparêzin."

(dt/rc)