Kongra Star: Hikûmeta AKP'e ji bûyerên ku biqewimin berpirsyar e

13:28

JINHA

QAMIŞLO- Navenda Pêwendiyên Dîplomasî ya Kongreya Star ji bo raya giştî û gelê kurd daxuyaniyek derbarê tecrîda li ser Rêbrê PKK'ê Abdullah Ocalan da.

Navenda Pêwendiyên Dîplomasî ya Kongra Star têkildarî tecrîda girankirî û rewşê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya di girtîgeha Imraliyê de daxuyaniyek da raya giştî û gelê kurd. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Demekî dirêje ku ji Rêberê me agahî nayê girtin, hikûmeta dagirker a Tirkiyê siyasetekî derveyî hiqûq li dijî vîna gelê kurd pêktîne. Bi polîtîka qirêj û bi rêbazên xapandinê û di bin navê ku keştî xerabeye yan jî bi bihaneya rewşa hewayê ne başe, ne parêzer û ne jî malbata Rêbertiyê nikarin biçin gel Rêber Apo."

Her wiha hat gotin ku ew ji rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi fikarin û wiha domkir, "Bi tayîbet piştî hewldana darbeya leşkerî di Tirkiyê de pêla faşîzmê derket asta herî jor. Di nava vê gengeşê de, ger dewleta Tirk pêngavekî neavêje û ji rewşa Rêberê xwe em wek gelê kurd aghdar nebin, wê demê hikûmeta AKP'e ji bûyerên ku biqewimin berpirsyar e. Em weke jin li Rojavayê Kurdistanê felsefeya Rêber Apo felsefeya me ya jiyanê ye. Em bê Rêber Apo felsefeyeke din napejirînin û bi nefes sitandina Rêber Apo em nefes digrin û didin. Ji bo vê di serî de divê ku dewleta Tirkiyê bi berpirsyarî nêz bibe. Bila bizanibe ku Rêbertiya me tenê dikare Rojhilata Navîn û di serî de dewleta Tirk ji krîza ku ketiyê de rizgar bike û hêza çareseriyê di herêmê de bide avakirin. Ji derveyî vê ger dewleta Tirk di polîtîka xwe ya dijminane de îsrar bike, wê her der bibe qadên şer û aloziyê û hîn bên kûrkirin."

Di daxuyaniya Kongra Star de hat diyar kirin ku divê her hêz tê bighêje ku hêzê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan asta pêkanîna pêvajoya çareseriyê ye û wiha berdewam kir, "Ji bo vê di serî de em bang li hemû hêzên herêmî bi taybet dewletên Rojhilata Navîn ku her roj tê de şer û pevçûn kur dibin dikin, ku di vê pêvajoya aloz de dengê xwe bilind bikin. Bi xwedî derketina li Rêber Apo di vê demê de tê wateya erêkirina pêvajoya aştiyê di Rojhilata Navîn de, ger di rojeke wek îro de em bêdeng bimîn in, wê demê em ê şensê xwe yê jiyaneke aram û wekhev lewaz bikin."

Daxuyanî bi van hevokan bidawî dibe: "Em dîsa bang li hêzên navnetewî dikin ku li hemberî sûcên mirovatiyê ku di keseyeta Rêber Apo de dikin, bêdeng nemîn in. Saziyên Civaka Sivîl, Mafê Mirovan, kesên rewşenbîr li dijî hovîtiya dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin. Banga me ji hemû gelê kurd û di serî de jin û ciwanan re, divê ku em tiştên pêwîst niha bikin, li her derê em di nava çalakiyan de bin, heya ku em agahî ji Rêberê xwe negrin yek roj yek deqe û saniye em dev ji çalakiya xwe bernedin û xwedî li vîna xwe derkevin. Ji ber ku gelek bê vîn tu wateya jiyana wî tuneye."

(hs/rc)