Kampaniya Îmzeyan li Rojavayê Kurdistanê didome
13:51
JINHA
QAMIŞLO- Buroya Peywendiyên Dîplomatîk a Kongra Star ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtinên li Kantona Cizîrê didomîne.
Buroya Peywendiyên Dîplomatîk a Kongra Star bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtinên li Kantona Cizîrê didomîne. Bi vê armancê endamên Buroyê Qedriya Hisên, endama Rêveberiya Kongra Star Medya Mehmûd û endama TEV-DEM Fida Ibrahîm serdana navenda Yekîtiya Rewşenbîran li Kantona Cizîrê kirin. Endamê Yekîtiya Rewşenbîran Ebdullrehman Mehmûd piştgirtiya Kampaniyê kir û da diyar kirin ku çi ji destê Yekîtiyê bê ew ê ji bo serxistina vê Kampaniyê ew ê bikin.
Piştre endamên Buroyê serdana Navenda Aborî û Bazirganî kirin, Cîgerê Rêveberiya Aborî û Bazirganî Ebdullrehîm Ehmed da zanîn ku ew ê heya dawiyê piştgiriya Kampaniya Imziyan bikin û li azadiya Abdullah Ocalan xwedî derkevin.
Kampaniya Imzeya ji bo şikandina tecrîdê didome.
(lç/hs/rc)