Malbata Eylem Ataş: Em her kes dawet dikin ku bibin dengê Eylemê

14:56

JINHA

STANBOL - Endama Biryargeha Rojava ya BOG'ê Eylem Ataş (Cemre Heval) a di hemleya Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, 28 rojin destûr nayê dayîn ku malbat cenazeyê keça xwe werbigre.

Endama Biryargeha Rojava ya Hêzên Azadî yên Hevgirtî (BOG) Eylem Ataş, berî çend rojan di hemleya Minbicê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû. Ligel serlêdana malbatê 28 rojin Qaymaqamê Pîrsûsê destûr nade cenaze radestî malbatê bê kirin. Qaymaqamê Pîrsûsê daxwaz nameya malbat û parêzeran di serî de diyar kir ku wendabûye û dûvre bi hinceta navaroka wê ne mûsaîde wergirtina cenazeyê bi aweyek fîîlî redkiriye. Malbata Eylemê li ser vê yekê ji bo wergirtina cenazeyê kampanya "Em Eylem Dixwazin dabûn destpêkirin. Her wiha destûra malbat derbasî Rojava jî bibin nayê dayîn.

Ji bo hun nebin hedefê bombeyê...

Malbata Eylemê diyar kir ku ew dixwazin cenazeyê keça xwe li ser axê ku hatî dinê veşêrin û wiha gotin, "Hun çalakiya 59 rojan ya ji bo wergirtina cenazeyê Azîz Gûler ya ku di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest daye dizanin. Hun dizanin di demek kin de dîmenên jinên Kurd, Ereb û Tirkmen ên ji hovîtiya çeteyan azad bûne û çarçefên reş davêjin. Keçê min her roj li hember çeteyên DAIŞ'ê ên ku mirovan tecavûz, îşkence û qetilkirinê pêk tanîn berxweda û jiyana xwe ji dest da. Ji bo hun nebin hedefê bombeyek din jiyana xwe ji dest da. Dexwazê wê ya li Çukuovayê bê veşartin heye. Ev yek jî mafek xwezayî ye. Niha em bang li her kesî dikin ku bibin dengê Eylemê û ji bo li ser van axan bê defin kirin banga piştgiriyê dikin."

(nö/rc)