'Em destûrê nedin Yusuf wenda bibe'

15:34

JINHA

ŞIRNEX – Hevjîna Yusuf Ustek ê ku 4 roj berê ji aliyê tîmên taybet ve li gundikê Bilmadê ya Şirnexê hatî binçavkirin Emîne Ustek behsa wê rojê kir. Emîne got: “ Divê tu kes li hemberî wê zilmê bêdeng nemîne û destûr nedin ku hevjînê min winda bibe.”

Welatiyê bi navê Yusuf Ustek ê ku ji aliyê tîmên taybet ve li gundikê Bilmadê ya Şirnexê 4 roj berê hatî binçavkirin li ser hemû hewildanên parêzeran û malbata Yusuf hêj jî agahî jê nayê girtin. Hevjîna Yusuf Emîne Ustek behsa wê rojê kir û got ku daxwaza wê ew e ku demek zû ji hevjînê xwe agahî bigre.

‘Min got polîsan hevjînê min kuştin’

Emîne da zanîn ku ew û hevjînê xwe bi boneya biçin erdê xwe binêrin di 20'ê Tirmehê de çûn Bilmadê û wiha berdewam kir: “Ez û hevjînê xwe ber nokteya polîsan ya sanayiyê re derbas bûn, leşkeran em dîtin lê em ne rewestandin. Ez û hevjînê xwe tenê dîjîn. Em debarê xwe bi sebzeyê ku li Bilmadê diçînin li gundan difiroşin dikin. Ez seatekê ji hevjînê xwe veqetam piştre dengê çekan hat ez tirsam min xwe veşart. Hêzên dewletê bi gelek wesayîtên zirxî derdora hevjînê min dorpêç kirin û ew wesayîta zirxî suwar kirin û birin. Min got polîsan hevjînê min kuştin.”

‘4 roj in agahî ji hevjînê min nayê wergirtin’

Emîne diyar kir ku ew gelek tirsiya bû û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Piştî ku polîs li vir çûn şivanê ku bûye şahidê buyerê hat cem min û got: “Gelek polîs û leşker ji wesayîtên zirxî peya bûn. Pişt re polîsan Yusuf dirêjî erdî kir û lêdan. Piştî ku polîsan li Yusuf dan li wesayîta zirxî suwar kirin û çûn. Ev 4 roj in ez tu agahiyan ji hevjînê xwe nagirim. Ez nizanim saxe yan jî mirî ye. Divê tu kes li hemberî wê zilmê bêdeng nemîne û destûr nedin ku hevjînê min di binçavde winda bibe.”

(kom/rc)