Midûriyeta Polîsan binçavkirina Yusuf qebûl kir

15:51

JINHA

ŞIRNEX – Midûriyita Polîsan a Şirnexê binçavkirina Yusuf Ustek ê ku ji aliyên hêzên dewletê 4 roj berê li gundikê Bilmadê ya Şirnexê hatibû binçavkirin qebul kir.

Welatiyê bi navê Yusuf Ustek ê ji aliyê hêzên dewletê ve 4 roj berê li mezraya Bilmadê ya Şirnexê hatibû binçavkirin lê 4 roj in ji Yusuf agahî nedihat wergirtin. Midûriyeta Polîsan a Şirnexê binçavkirina Yusuf qebul kir. Parêzerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li ser navê malbata Yusuf Midûriyeta Polîsan a Şirnexê bi telefonê geriyan û binçavkirna Yusuf Midûryetê qebul kir. Yusuf niha li Midûriyeta Polîsan ya Şirnexê tê girtin.

(kom/rc)