'Heya hevdîtin pêk were em di çalakiyê dene'

16:24

JINHA

ŞIRNEX - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Silopiyayê bal kişandin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kirin ku heta der barê Rêbertiya wan de daxuyaniyeke têrker neyê dayîn ew dê çalakiyên xwe bidomîn in. Dayikan got "Rêbertiya me xeta meya sor e."

Piştî hewldana derbeyê fikarên der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de her roj zêdetir dibin. Li ser fikarên raya giştî, bangek jî ji Meclisa Dayikên Aştiyê ya Silopiya Şirnexê hat. Dayikên di avahiya HDP'a navçeyê de daxuyanî dan, ji partî û saziyên wekî HDP, DBP, KJA û saziyên sivîl ji di nav de gelek kes beşdar bûn. Di civînê de Endama Dayikên Aştiyê Şemse Kara axivî û bal kişand ser tercîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev tişt got: "Rêber Apo ne tenê rêberê gelê kurd, rêberê tevahî gelan e."

Şemsê aşkera kir ku heta der barê Abdullah Ocalan de agahiyeke têrket neyê dayîn, ew dê çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha pêde çû: "Rêbertî xeta meya sor e. Em wekî dayikên aştiyê dixwazin ev şer bi dawî bibe, divê dîsa çareseriya demokratîk bê dest pê kirin."

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

(kom/rc)