ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Li Peymangeha Şehîd Baz 10.100 mamosteyên Ereb û Kurd amedekariya vekirina dibistanan dikin. Rêvebera Peymangehê têkildarê vê mijarê ji ajansa me re axivî.

*Jinên ku li Kolana Sîwanokê hatine gel hev, ji bo aboriyê xwe pêk bînin, cafe vekirine. Jinên ku ava fêkiyên xwezayî çêdikin diyar kirin ku ew bi rengê xwe cafe avakirine û gotin ew gihêştine xeyalên xwe.

*Li Gundê Îde jin li derdora dengbêj Amîna Demîr kom dibin û bi hevre stranên diwankî dibêjin. Dengbêj Amîna diyar kir ku ew ji bo domandina çanda kurdî dengbêjiyê dike û got: "Ez hêvîdarim ku her stranek min ji bo Kurdistanê diyariyeke."

* Dayikên Aştiyê ji ber ku tu agahî derbarê tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê PKK’ê Abdullah Ocalan nagirin bi guman in û gotin “Eger tiştek bi serê Rêberê me bê tu kes nikare pêşiya me bigire" û bang li gelê Kurd kirin ku li hember tecrîdê dakevin qadê.

*Parêzvana mafê mirovan Eren Keskîn ku biryara OHAL’ê nirxand, diyar kir ku wê biryar pêşiya gelek binpêklirinên mafan vebike û got: “îlankirina OHAL’ê tê wateya astengkirina azadiyan û vegera salên 90’î. Dayîna derxistina rayeyê ya di Biryarnameya Hukma Qanûnê (KHK) ya ji bo Lijneya Wezîran dayîn jî pêkanînek dij demokratîke û bi vê biryarê re TBMM tê bypass kirin.