'Mamoste ji bo sala xwendinê ya 2016-2017'an tên amadekirin'

09:00

Rûken Dêrik/JINHA

RIMÊLAN- Li Peymangeha Şehîd Baz 10.100 mamosteyên Ereb û Kurd amedekariya vekirina dibistanan dikin. Rêvebera Peymangehê têkildarê vê mijarê ji ajansa me re axivî.

Li bajarokê Rimêlan ê girêdayî bajarê Girkê Legê yê Kantona Cizîrê, 10.100 mamosteyên ereb û kurd amedekariya vekirina dibistanan dikin. Rêvebera Peyemangehê Narîman Ehmed têkildarê mijara vekirina dibistanan û hazirtiyên ku ji bo wê tên kirin axivî. Narîman got ku ji bo vekirina dibistanan ji niha ve amadekariyan dikin û wiha domand: " Bi sedê salan e ku rêjîma Baas hemû rêbazên qirkirinê li ser çand û zimanê me dide meşandin. Erkê me jî weke mamoste ew e ku em careke din zarokan bi zimanê dayîkê bidin nasîn. Li gorî wê jî perwerde ji bo mamosteyan tê dayîn. Em branşên refa yekê heya refa şeş bi zimanê kurdî ji bo sala 2016-2017'an amade dikin. Ji ber pirbûna mamosteyan du navend hatin vekirin him ji bo pêkhateya kurd û him ji pêkhateya ereb re hatin vekirin."

'Mamoste di hemû hêlan de tên perwedekirin'

Narîman qala naveroka branşên ku ji bo sala nû ya xwendinê tên amadekirin kir û wiha pêde çû: "Biranşên ku ji bo mamosteyan tên dayîn branşên ziman, bîrkarî, zanyarî, zanistên civakî, werzîş, huner û muzîke. Mamosteyên ji herdû pêkhateyan bi zimanê xwe perwerdê dibînin. Mamoste ne tenê di milê branşan, lê di şêwazê dersdayînê, sekin û danûstandinê de jî perwerdê dibînin. Ev perwerde li ser pênc rojan tê dayîn, rojek bîrdozî û pênc rojên din branş tên dayîn. Hin astengî di milê perwedekirina mamosteyên dayîk de derketin, ew pirsgirêk jî hatin çareserkirin û cihek ji bo zarokên wan hate peydakirin."

'Wê ji refa yek heya şeş branş bi zimanê kurdî werin dayîn'

Her wiha Narîman anî ziman ku ji bo dibistanên navîn û amadeyî amedekarî tên kirin û wiha got: "Wê li Kantona Cizîrê sala xwendinê 2016-2017'an branş ji refa yek heya refa şeş bi zimanê kurdî werin dayîn, lê ji bo dibistanên navîn û amadeyi wê ziman wekî biranşekî bê dayîn. Hejmara mamosteyên kurd ên ku li vir perwerdê dibînin 570 mamoste ne, wekî hejmara jinan di KPC-Dem de ji sedî 95 e, ji pêkhateya kurd jî ji 570 mamosteyan 540 yên jin in, pêkhateya ereb 550 mamoste ne. Ji pêkhateya ereb jî 532 mamoste li vir perwerde dibînin. Her pêkhateyeke KPC di peymangehê de cihê xwe digire. Hem Saziya Ziman ji bo amadekirina mamosteyan ên ku astên yek û du dixwînin û tevlî peymangehê dibin, hem Yekîtiya Mamosteyan û hem jî Komîteya Rêvebirina Dibistanan ji bo rêxistinkirina mamosteyên di peymangehê de."

(hs/rc)