'Her sitranek min diyariyeke ji bo Kurdistanê'
09:03
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Li Gundê Îde jin li derdora dengbêj Amîna Demîr kom dibin û bi hevre stranên diwankî dibêjin. Dengbêj Amîna diyar kir ku ew ji bo domandina çanda kurdî dengbêjiyê dike û got: "Ez hêvîdarim ku her stranek min ji bo Kurdistanê diyariyeke."
Li Gundê Îde dema bêrîvan ji bêriyê vedigerin çaydanê reş didanin ser agirê daran. Heya çayî çêdibe bêrîvan hemû li dordora Dengbêj Amîna Demîr kom dibin, stranên herî dilêş û xweş dibêjin. Despêkê Amîna tenê distire, paşê jî ew dibêje jinêndinê hemu lê vedigerinin. Li ber çaya ji çayîdanê reş a li ser kozên agir hati çêkirin, dengê Amîna û diwana wê ya jinan ser gund dikeve.
'Stran gotin dilşewatiya herî mezine'
Dengbêj Amîna Demîr anî ziman ku stran gotin ji bo bêrîvanan dibe moralê herî mezin û got ku jin bi derdora wê gava kom dibin ew êşên wan û dilşewatiya wan hemûyan wî demî hîs dike û wiha axivi; "Bi rastî me bêrîvanan hemûyan êş û birînên xwe hene. Car caran stran gotin ji bo hinekan dibe keyfxweşî, car caran jî dibe dilşewatiya herî bi êş. Ji ber wê jî hinek caran ez naxwazim stranan bêjim û êşên jinan dubare bînim bîra wan. Dîsa jî her çiqas dengbêjî qêrîna êşên mirov be jî mirov xwe û êşên xwe wî demî hîs dike û birinên xwe guhdarî dike. Dengbêjî ji bo min ji diya min mîras ma ye. Ez gava biçûk diya min her tim stran ji bo min gotin ango gava min guhdarî diya xwe dikir ez bi dengê wê sermest dibûm. Dengbêjî ji bo pêşerojê mîras a herî mezine."
'Herî zêde jinan dengbêjî berdewam kiriye'
Amîna bal kişand ser çanda kurdewarî û diyar kir ku çanda mirov hebûna mirov aşkere dike û wiha got: "Ji bo min bêrîvanî kirin çandeke stran gotinêye. Di rêya bêriyê de em hem stranan dibêjin, hem jî sohbet dikin heya em digihin ber bêriyê. Jiyan bi xwe çandê dide nîşandan, di çand û jiyana me kurdan de ji zêdetir jinê serwerî kiriye. Gava ez li vir stranan ji bo bêrîvanan dibêjim ez wisa fêm dikim ku ez tiştê herî mezin dikim. Divê êşên jinên vêderê yên ku her tim bê deng mane û nehatine bihîstin bibe dengek herî bihêz ku her kes lê guhdarî bike. Jiyana me bi çanda stranan xweşe, em hêvî dikin ti ked û behremên jinan bêdeng neminin û her êş bi stranan bên ziman. Her stran gotinên me diyariyeke ji bo Kurdistanê "
(zt)