Dayikên Aştiyê: Divê Kurd ji bo tecrîtê derkevin qadan

09:04

JINHA

AMED- Dayikên Aştiyê ji ber ku tu agahî derbarê tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê PKK’ê Abdullah Ocalan nagirin bi guman in û gotin “Eger tiştek bi serê Rêberê me bê tu kes nikare pêşiya me bigire" û bang li gelê Kurd kirin ku li hember tecrîdê dakevin qadê.

Gelê Kurd bi hewla darbê yê TSK'ê re fikar û gumanê wê têkîldarê rewş û tenduristiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zêde bû û dexwaza hevdîtinê dikin. Bi salane ku tecrîd berdewam dike niha jî gumanek wiha tê jiyandin û rayedarên dewletê piştî hewldana darbeyê OHAL li Gireva Îmraliyê îlan kir. Dayikên Aştî ên ku li tevahî bajarê lêne têkîldarê rewşê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî dan û bang li gelê Kurd kirin ku ji bo Rêberê xwe li qadan bin.

'Tu hêz nikare pêşiya gelê Kurd bigire’

Ji Dayikên Aştiyê yê Amedê Halîse Albay diyar kir ku eger tiştek neyînî bê serê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tu hêz nikare pêşiya gelê Kurd bigire û wiha got, “Çima dewlet destûr nadê ku Rêberê me bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk bînê? Divê ku sedema vê ji mere bê gotin. Ew baş dizanin ku eger tiştek bê serê Rêberê me tu hêz nikare pêşiya gelê Kurd bigire. Em ji bo vê bi gumanin û em nikarin di nava van fikaran de bêdeng bimînin. Ev tecrît, tecrîta dewletê ye bila tecrîta li ser Rêberê me bê rakirin.”

' Xeta me ya sore'

Saadet Gorenç jî anî ziman ku Abdullah Ocalan xeta wan yê sore û wiha pêde çû, "Ev nêzî saleke ku li ser Reberê me Abdullah Ocalan tecrît berdewam dike. Ji ber vê tecrîtê têkiliyê Rêbertiyê me bi tevahî cîhanê re hatî qut kirin. Li ser gelê Kurd lîstik tên kirin piştî hewldana darbeyê bajarên me ku hatin xirakirin hatin jibîrkirin niha jî dixwazin me bi tecrîtê bêdeng bikin.” Saadetê anî ziman ku heya Abdullah Ocalan neyê azad kirin dê ew jî ne azad bin û wiha dirêjî da gotina xwe, “Bila ji bo vê gelê Kurd rabe ser piyan. Divê ji bo Rêberê me hemû kes li qadan bê. Em dayik hertim dibêjin bila tu kes nemire lê xata me sor jî Abdullah Ocala ne."

‘Ew Rêberê gelê Kurda ye’

Perîhan Karayel jî ev tişt gotin, “Li kîjan welatî liser rêberan tecrît heye. Abdullah Ocalan Rêberê gelê Kurde. Bi salane ku dewleta tirk li ser Rêberê me tecrît dide meşandin. Em vê tecrîtê li ser Rêberê xwe qabûl nakin. Dewlet destûr nade ku Rêberê me bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikê. Heya tecrît bi dawî nebe em ê li qadan bin.”

'Dixwazin gelê Kurd ceza bikin’

Rahime Înce jî got heya tecrît bi dawî nebe ew ê li qadanbin û wiha axivî, "Çiqas diçe dewlet tecrîtê giran dike. Niha jî dewlet bi hinceta OHAL’ê hevdîtinan asteng dikin. Em ji bo rewşa Rêberê xwe bi guman in. Divê Rêberê me azad bibe. Dewleta Tirkiye dixwaze bi tecrîdê gelê Kurd ceza bike. Em ê jî li hember vê tecrîdê bêdeng nemîn in."

(mm/dt/rc)