Eren Keskîn: Bi biaryara KHK’ê re TBMM hat bypass kirin

09:05

Ruken Tuncel / JINHA

Stenbol - Parêzvana mafê mirovan Eren Keskîn ku biryara OHAL’ê nirxand, diyar kir ku wê biryar pêşiya gelek binpêklirinên mafan vebike û got: “îlankirina OHAL’ê tê wateya astengkirina azadiyan û vegera salên 90’î. Dayîna derxistina rayeyê ya di Biryarnameya Hukma Qanûnê (KHK) ya ji bo Lijneya Wezîran dayîn jî pêkanînek dij demokratîke û bi vê biryarê re TBMM tê bypass kirin.

Piştî hewldana darbeyê şûnde bi biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî biryara OHAL’ê hat girtin û piştî vê biryara ji MGK’ê derket şûnde cigirê serokê giştî yê AKP’ê Numan Kurtulmuş got ku di pêvajoya OHAL’ê de Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHS) da sekinandin.
Parêzer Eren Keskînê biryara OHAL’ê û rawestandina AÎHS’ê ji JINHA’yê re nirxand û got biryarên hatine girtin wê Tirkiyeyê berbi pêvajoyên zor û zehmet ve bibe. Erenê da zanîn ev birya di salên 90’î de hatine girtin û gor rawestandina AÎHS’ê her çiqas mafê îşkence nedîtinê bide jî di salên 90’î de wisa nebû û gelek kes hatin windakirin û qetilkirin.

‘OHAL azadiyan asteng dike’

Erenê di berdewamiyê de got dewlet beyî OHAL’ê dikare tedbîrên pêşî li kaoasê bigire, bigire û got ew wek parêzvanên mafê mirovan diyar dikin ku di ti şert û mecî de hewcedarî bi OHAL’ê tine. Erenê diyar kir ku OHAL pêşî li azadiyan digire.

Erenê got di salên 90’î de jî AÎHS hatibû rawestandin û di esasê de ev mafê dîtina îşkenceyê û jiyanê eleqeder nake, nekar van bide rawestandin. Erenê wiha got: “Lê ligel vê di salên 90’î de bi ehzaran kes hatin qetiklirin û windakirin. Ji ber vê ev pêvajo jî fikaran zêde dike.”

‘Ji ber veşêrin biryara OHAL’ê girtin’
Erenê di berdewamiyê de diyar kir ku ev darbe wek darbeya Fettullah tê pêşkêkirin, lê rastî ji gel tên veşartin û got: “Lê em dizanin ku ev ne wisa ye. Li pişt hewldana darbeyê mirovên asta komuteyê û fermandar hebûn. General Adem Hudutî li Kurdistanê talîmata hilweşandina gelek cihan daye. Kurd vî navî baş dizanin.”

Eredenê di dawiya axaftina de diyar kir ku dayîna derxistina rayeyê ya Biryarnameya Hukma Qanûnê ya ji bo Lijneya Wezîran, pêkanînek dij demokratîke û got bi vê bi vê biryarê TBMM’ê bypasskirin.

(rt/hu)