'Divê jin bi Rêbertiyê re hevaltiya rast bikin’

09:15

Çîgdem Zeylan/JINHA

DUSSELDORF – Asya Reşît ya 76 salî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas kir û ji nirxa ku wî da azadiya jinên Kurd, bi bandor bû diyar kir ku divê hemû ji bo azadiya wî bibin yek û got: “Rêbertiyê çawa jin ji xwe re wek rêheval qebûl kir, divê jin jî bi Rêbertiyê re rêhevaltiya rast bikin.”

Asya Reşîd ya 4 sal berê ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ji Erfînê koç kir diyar ki ku ew bi awayî nekare hînê Ewropayê bibe û got ew rojekê wê vegere mala xwe. Asyayê ku kurê xwe Fevzî di têkoşîna azadiyê de winda kir, wek dayika Fevzî tê naskirin. Asya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 1991’ê de di pîrozbahiyên Newrozê de li Akademiya Mahsum Korkmaz dibîne û got: “Piştre min li Efrînê xebateke girseyî meşand.”

‘Wê mêr we ji şûnde ve bişopîne’
Asyayê diyar kir ku nêzîkatiya Abdullah Ocalan ya li hemberî jinê bandorek mezin li ser wê kiriye û bîranînek xwe ya bi wî re wiha parve dike: “Rêbertî dixwest bi me re civînê bike. Lê cihê em lê bûn ne bi ewle bû. Ji me re got dora me tije dijmin, emê civînê li cihekî din bikin. Jinan bi lez berê xwe dan Rêberiyê. Mêr jî li pey me hêdî hêdî hatin. Rêbertiyê got ‘Werin, Kurdistan ya jinane, bila mêr li pişt we bên.”

‘Min got kurê min ti jî tevlî bibe’

Asyayê bi lêv kir ku gelek di bin bandora têkoşîna azadiya Kurd de maye û got: “Ji ber vê min xwest kurê min jî beşdar bibe. Dema ez çûm cem Rêbertiyê, gerîlayên çendar bnadorek mezin li ser min kirin. Wê demê kurê min mîlîs bû. dem aez hatim min ti jî biçe beşdar bibe. wî jî got dayê tinê li pey min xebatên min bimeşînî. Ji ber zextên rejîma Baas em di 2012’an de ji welatê xwe derketin. Em dixwazin vegerin lê ji ber êrîşan em nekarîn vegerin.”
Asyayê got di salên destpêkê yên şoreşa Rojava de ji ber bê tecrubebûnê gelek bedel dane û dilê bi hezaran dayikan şewitiye.Asyayê da zanîn ku ew di rewşa niha de bûna wê ti wendayên wan tinebûna.

'Jina çareseriyê pêk tîn her tim qezenc dike’

Asyayê serkeftina Kurdan bi tevlibûna jinan a şoreşê ve girê dide û got: “Behsa 28 serhildanên Kurdan tên kirin. Serhildana PKK’ê ya 29’an de. Wan çima winda kir? Ji ber ew serhildanên bên jin bûn. Rola jinan tê de pir kêm bû. Lê di serhildana PKK’ê de jin heye, serkeftin jî ji ber vê ye.”

‘Divê em dilê xwe yê paqij ji bo Rêberiyê rêxistin bikin’

Asyayê balkişand ser tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û got divê hemû jinên Kurd xebata xwe ji bo azadiya wî bikin û got: “Rêbertiyê ji bo jinan digot ‘ew pir paqijin.’ Divê em jî vî dilê xwe yê paqij j bo wî bi rêxistin bikin. Em di serdemeke ku gelek derfet hene de dijîn. Piştî Rêbertî hat girtin şûnde hinek xeyalên jinan yên azadiyê nema. Lê xeyalên me xurtin. Divê wisa hêsan neyê hilweşîn.”

(hu)