Rojnamegerên jin: Emê rojnamegeriya Zehrayê biparêzin û ligel wê bin

09:56

JINHA

STENBOL-Rojnamegerên jin bertek nîşanê girtina edîtora ajansa me Zehran dogan ku ji ber li Nisêbînê rojnamegerî kir û hat girtin, dan û gotin Zehra bi mehan di bin bombeyan de agahiyên ji Nisêbînê ragîhand.

Rojnamegerên jin bertek nîşanê girtina edîtora ajansa me Zehra Dogan dan. Sekretera Rêxistina giştî ya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Arzu Demîr, diyar kir ku Zehrayê rastî radigîhand gel û rojnamegerên bajarên Tirkiyeyê û got bi nûçeyên xwe ‘deriyê Nisêbînê li Cîhanê vekir’. Arzuyê di berdewamiyê de got: “Hinceta girtina Zehra Doganê çi dibe bila bibe, di alî me rojnamegeran de çima hatiye girtin li holê ye. Zehran Dogan di rojên ku Nisêbîn di bin dagirkirinê de bû, xwedî li pişeya xwe derket û agahiyên ji bajar ragîhand.”

'Zehra rojnamegere û rojnamegerek baş e’

Arzuyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Zehrayê li Nisêbînê rojnamegerî kir.Di van rojên ku AKP û Qesrê şert û mercên rojnamegeriyê ji holê rakiriye de , ew xwedî li pîşeya derket. Zehra rojnamegere û rojnamegereke baş e. Ez şahidê rojnamegeriya wê me. Em dixwazin hevalên me yên girtî û binçavkirî bigihêjin azadiya xwe. Rojek piştî girtina Zehrayê nûçegîhana ETHA’yê ya Dêrsîmê Ezgî Ozer hat binçavkirin. Ez ji bo Ezgiyê bi fikarim. Ji ber di her demên bi zext de hedefa destpêkê rojnamegerin.”

'Zextên li ser rojnamegeran nayê qebûlkirin’
Rojnameger Burcu Karataş jî got bi taybet li ser rojnamegerên li herêmê xebatê dimeşînin zext pir mezine û got: “Hevala me Zehra li Nisêbînê heta ji destê wê hat nûçe ragîhand. Di demên dawî de li ser hevalên me yên rojnameger yên li herêmê zext zêde bûne. Ji ber van zextan lêpirsînên cuda, tehdît û girtin pêk tên. Em dixwazin demildest bê berdan. Zextên li ser rojnamegeran nayê qebûlkirin.”

‘Emê heta dawiyê rojnamegeriya wê biparêzin’

Rojnameger Kumur Başerê jî da zanîn ku Zehra bi mehan di bin qedexe û bombeyan de li Nisêbînê rojnamegeriyê kiriye û got Zehra rojnamegereke can û azadiya xwe avêtiye xetereyê ye û wiha berdewam kir: “Wek rojnamegerên JINHA’yê yên berê hatibûn girtin, tiştên dît bi çavê jinê ragîhand. Li dijî mirin û hilweşînê rojnamegerî kir. Bi wêneyên xwe hestên xwe ragîhand. Xwedî li hevpîşeyên xwe derket.Em heta dawiyê rojnamegeriya zehrayê diparêzin û li cem wê ne.”

'Girtina rojnamegeran darbeye’

Edîtora rojnameya Ozgur Gundemê Gunay Aksoy jî got darbe û OHAL li dijî xebatkarên çapemeniyê ji berê de li Kurdistanê heye. Gunayê da zanîn ku AKP’ê û heta serokkomar heta îro polîtîka û şerê taybet li dijî Kurdan daye meşandin. Gunayê got wan nûçeyê Zehrayê ji nêz ve dişopand û got bila demildest bê berdan.

(ga/hu)