Rêxistina Efûyê: Yên hatin binçavkirin rastî êrîşa zayendî hatin

11:07

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN-Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, diyar kir ku hatiye tespîtkirin ku yên piştî hewldana darbeyê hatine binçavkirin, rastî îşkence û êrîşa zayendî hatine.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku piştî hewldana darbeyê yên hatine binçavkirin, rastî îşkence û êrîşa zayendî hatine. Rêxistina Efûyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê ji bo çavdêrên serbixwe destura xwegîhandina kesên hatine binçavkirin bê dayîn û bang li CPT kir ku têkildarî mijarê de Tirkiyeyê ziyaret bike.

Rêxistinê da zanîn ku ji kesên hatine binçavkirin hinek rastî îşkenceya ku êrîşa zayendî dihundirîne, hatine û got: “Tirkiye hîna di mijara ewlehiya cemawerî de bifikare lê ti şert û merc pêkanînên xerab û binçavkirina kêfî mafdar dernaxe.”

(sy\hu)