Ji bo hevdîtina bi Ocalan re careke din serlêdan hat kirin
12:55
JINHA
STENBOL- Malbat û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Mazlum Dînç û Îbrahîm Bîlmez û xwîşk û birayên wî Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Piştî hewldana darbeyê hemû serlêdanên malbat û parêzeran bi hincetên cuda hatibûn redkirin. 1'yemîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê jî di dema OHAL'ê de hemû hevdîtin qedexe kiribû. Parêzerên Ocalan li hemberî biryara dadgehê diyar kiribûn ku heta ku bi muwekîlên xwe ve hevdîtinê pêk bînin dê serlêdanên xwe bidomînin.
(odk\hu)