Li 10 taxên Nisêbînê qedexe bi kismî dê dewam bike

14:17

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê "qedexeya derketina derve" ya ku di 14'ê Adarê de hatibû îlankirin, li 10 taxan bi dawî bû. Her wiha li taxên ku herî zêde êrîşên dewletê lê dijwar bûn û hatin rûxandin jî, qedexe hêj berdewam e.

Li Nisêbîna Mêrdînê ya ku ji 14'ê adara 2016'an ve "qedexeya derketina derve" lê didome, îro li 10 taxan bi dawî bû. Walîtiya Mêrdînê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li taxên wek Yenî Tûran, Yeşîl Kent, Mor Yakûp, 8 Mart, Gîrnavas, Devrîm, Selahaddîn Eyubî, Çatalozu, Îpekyolu û Barişê qedexeya ku hatibû îlankirin, bi dawî bûye. Her wiha dê heta 30 roja li van taxan di navbera 21.00 û 05.00'an de bi awayekî qismî qedexe bidome.

Li gel vê li taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdîn û Kişlayê yên ku herî zêde êrîşên dewletê xwe lê dan der, qedexe dê berdewam bike.

(kom/rc)