Peyama Zehrayê:Hunermend pişta xwe nade civakê, ezê xêzên xwe bidomînim
15:17
JINHA
MÊRDÎN – Zehra Dogan ya bi qasî nûçeyên xwe bi wêneyên ku xêz dikir jî têkoşîn vedigot, li girtîgehê bi gotina Pîcasso peyam şand û got: “Bi rastî jî ma hûn dibên qey wênesaz tenê kêzik û kulîlkan xêz dikin? Ti hunermendek pişta xwe nade civakê. Ezê xêzên xwe berdewam bikim.”
Edîtora ajansa me Zehra Dogan ku 5 mehan li Nisêbînê nûçe şopand û roja ji navçeyê derket hat binçavkirin û girtin, şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Zehrayê ligel nûçeyên xwe wêne jî xêz dikir û têkoşîna dayikên ku bi alên sipî hewl dan zarokên xwe bigirin, bajarên hatin şewitandin û dayikên dilorandin vegot. Zehra niha hem ji ber xêzên xwe û hem jî ji ber nûçeyên xwe tê darizandin.
Zehraya ku diyar dike ku wê xêzên xwe berdewam bike wiha dibêje:
‘’Her tim bi xêz, nûçe û têkoşîna jinê min hewl da ku ez li jiyanê bim. Her çiqas ez niha ketime nav 4 dîwaran jî ez dizanim min wezîfeya xwe bê qûsir û kêmasî aniye cih. Li vî welatê reş ê ku bi xwîna sor-gewez hemû mafên me hatine binpêkirin, jixwe min zanibû ez ê bêm girtin. Bi gotina Picaso ez dubare dikim: Bi rastî jî ma hûn dibên qey wênesaz tenê kêzik û kulîlkan xêz dikin? Ti hunermend pişta xwe nade civaka xwe, nîgarvan divê firçeya xwe li hember desthilatdaran wek çek bi kar bînin. Leşkerên Nazî bile Picasso ji ber nîgarên wî nedarizandin, lê ez ji ber xêzên xwe têm darizandin. Ez ê neterikînim û xêz bikim. Jinek dixe destê xwe cumbuşa rengan, bi derbeyên firçeyê zindanekê diafirîne. Bes tenê bi derbeyên firçeyê.. Ji bîr nekin, firçe di destê min de ye!”
(zd\hu)