Bi hezaran welatî ji bo azadiya Abdullah Ocalan daketin qadan
15:18
JINHA
QAMIŞLO- Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo û Amûdê meşiyan.
Li bajarê Qamişlo û Amûdê bi armanca protesto kirina tecrîda girankirî yê li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek girseyî lidarxistin. Meş ji Qada taxa Enteriyê heya Mala Gel a taxê berdewam kir. Meş bi dirûşmeyên "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok", "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Bijî Serok Apo" dewam kir. Di meşa girseyî de Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan û Cîgirê wî Hisên Ezam, Hevserokê Desteya Parastinê yê Kantona Cizîrê Rêzan Gulo, Seroka Desteya Jin a Kantona Cizîrê Emîne Omer, Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Hemrîn Mihemed, xwendekarên Akademiya Mezopotamiya, endamên Saziya Zimanê Kurdî, endamên Saziyên Civaka Sivîl û Xwendekarên Peymangeha Cîgerxwîn tevlî meşê bûn.
Girse ji Qada 12'ê Adarê ya Enteriyê heya navenda genim û ji wir jî heya Mala Gel a Enteriye meşiyan. Li pêşiya Mala Gel bi navê Meclîsa Gel a Kantona Cizîre Hevserokê Meclîsa Gel a Qamişlo Feyrûşa Remezan, bi navê Kongra Star Henîfe Mihemed, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan axivîn.
Welatiyên ku kom bûyin, wêneyên têkoşeran û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakiribûn, her wiha dovîzên ku "Bê Serok Jiyan Nabe", "Destê ku Dirêjî Serok Me Bibe wê Bê Jêkirin", "Divê Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Rabe Jiber Ku Kilîta Aşîtiya Rojhilata Navîn e" li ser hatibûn nivîsandin, hatin bilindkirin.
Stranên li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan ji hêla Koma Botan ve hatin gotin. Meş bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Ocalan, Bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok" bi dawî bû.
(kom/rc)