Rojnamevan Zeynel Bûlût hat girtin

15:19

JINHA

AMED - Edîtorê Rojnameya Azadiya Welat Zeynel Abîdîn Bûlût, ji ber dozeke xwe yî berê hat girtin.

Li Amedê Edîtorê Rojnameya Azadiya Welat Zeynel Abîdîn Bûlût duh saet li dora 23.30'an de li Deriyê Çiyê wesayîta wî ji hêla polîsan ve hat rawestandin û piştî venêrîna nasnameyê hat binçavkirin. Zeynel ku ji ber dozeke wî yê berê piştî cezayê wî ji hêla Dadgeha Bilind ve hat pejirandin, hat girtin û wî şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.

(rc)