'Divê Abdullah Ocalan bighêje azadiyê xwe'
15:32
JINHA
MÊRDÎN - Însiyatifên Dayikên Aştiyê yên Qoserê ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin gel hev û gotin: "Bila tecrîta li ser Rêbertiya me bê rakirin û bigihîjê azadiya xwe."
Însiyatifa Dayikên Aştiyê ji bo ku ji rewş û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahî nagirin li ber avahiya DBP'ê daxuyanî dan. Li ser navê dayikan Hukmiye Ablay daxuyanî xwend û got ku tecrîd bila li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û bila destûra hevdîtinê bê dayîn.
'Em ê li hember vê zilme hemû liser piyan bin'
Dayika Aştiyê Hukmiye wiha axivî: "Em dayikên Aştiyê aştiyê dixwazin. Em ji bo leşker û polîs û hemû mirovahî aştiyê dixwazin. Abdullah Ocalan rih û canê meye. Dewletê gund, malên me talan kirin. Mirovên me hemû di girtîgihan de ne. Em ê li hember vê zilmê hemû rabin ser piyan. Heya dilopek xwîn di canê me de hebe em ê têkoşîn bikin û xwedî li dozê xwe derên. Em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Zilma Saddam û Kaddafî ji jiwan re nema. De aqîbeta wan li serê Erdogan jî be. Polîs û leşker zarokên men in. Heya dilopek xwîna me hebe em ê li pêy Rêbertiya xwe bin. Bila hemû kes bi destê hev bigirê û têbikoşin."
Piştî daxuyanîyê diruşmên "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.
(ce-ea/dt/rc)