8 girtî hatin sûrgun kirin
16:36
JINHA
ANTALYA - Piştî hewldana derbeyê ji Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê 8 girtî bo Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê hatin sirgûnkirin. Parêzer Hakan Evcîn yê ku derbareyê girtiyan de agahî dan got, bi hewldana derbeyê re malbat û girtî tên mexdûrkirin.
Li Tirkiyeyê piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê, sirgûnên li girtîgehan jî didomin. Piştî hewldana derbeyê kesên ku bi hinceta têkiliya wan bi vê hewldanê re heye hatin girtin û ew anîn Girtîgeha Tîpa F a Sîncana Enqereyê, girtiyên siyasî yên li vê girtîgehê jî bo girtîgehên cihê tên sirgûnkirin. Di baregeha sirgûnkirina li girtîgehan de, ji Sîncanê 8 girtiyên siyasî bo Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê hatin sirgûnkirin û li gel vê derbareyê sirgûnê de bo malbatan agahî nehat dayîn. Hat zanîn ku berî sirgûnê girtî jî nehatine agahdarkirin.
Parêz Hakan Evcîn ê ku bi girtiyên sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê bûn re hevdîtin pêk anî diyar kir ku ji girtiyan Nûrettîn Çelebî, Şahîn Ozkanat, Orhan Onay û Firat Can di qawîşa C6'an de dimînin û roja hevdîtina wan Sêşem e. Her wiha Hakan diyar kir ku ji girtiyên sirgûnkirî Ferîdûn Demîr, Seyfettîn Gunbey, Fethûllah Demîr û Ozkan Încî jî di qawîşa E10'an de dimînin û roja hevdîtina wan Pêncşem e.
Hakan diyar kir ku piştî hewldana derbeyê li girtîgehan jî hin sererastkirin xwe dane der û dest nîşan kir ku wek li gelek girtîgehan li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê jî cihê gerînende, serkarmend û karmendên parastina înfazê yên girtîgehê hatine guhertin û ji ber vê guherînê di rêveberiya girtîgehê de kêmanî xwe didin der. Hakan da zanîn ku ji ber kêmaniyên rêveberiyê girtî û malbatên wan tên mexdûrkirin.
(rc)