2. Civîna Meclisa Kongra Star ya sê heyvan pêk hat
16:53
JINHA
QAMIŞLO- 2. civîna Meclisa Kongra Star a sê mehan ya Kantona Cizîrê li Navenda Mihemed Şêxo ya TEV-Çand bi amadebûna endamên Meclisa Dayîm a Kongra Star hate li darxistin.
2. Civîna Meclisa Kongra Star a sê mehan ya Kantona Cizîrê li navenda Mihemed Şêxo a li bajarê Qamişlo bi amadebûna endamên Meclisa Dayîm a Kongra Star hate lidarxistin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir, paşê dîwan hat hilbijartin, dîwan ji Cîgera berdevka Kongra Star Welîde Botî, endama Kongra Star Medya Mehmûd û hevseroka TEV-DEM Edalet Omer pêk hat. Piştî hilbijartina dîwanê, rapora Meclisa Dayîm a Kongera Star a sê mehan ji aliyê Rîhan Temo ve hat xwendin. Her wiha rewşa siyasî berfereh hate nirxandin. Piştî nirxandina rewşa siyasî rewşa xebatê hat gotûbêj kirin. Di dawiya civînê de plansazî hate derxistin.
Plansazî jî wiha ye;
Kampaniya îmzeyan didome û çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan jî dê bidom in.
Aktîvkirina lijneyên siyasî di nava partiyan de.
Her wiha berdewamkirina çalakiyan û ji nû ve rêxistkirin û sererastkirin komînan.
(kom/rc)