Nisêbînî herikîn nava taxên xwe

18:13

JINHA

MÊRDÎN - Piştî ku li navçeya Nisêbînê jibilî taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdin û Kişlayê qedexe bi roj hate rakirin welatiyan berê xwe dan navçeyê, di têketina navçeyê rêzên wesayîtan ên dirêj çêbûn.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketina derve ya di 14'ê Adarê de hatibû îlankirin piştî ku bi roj hate rakirin welatiyan berê xwe dan navçeyê. Di têketina navçeyê de wesayîtan rêzên dirêj pêk anîn. Wesayît yek bi yek ji lêgerînê tên derbaskirin û piştre derbasî navçeyê dibin.

Li aliyê din polîs di destên xwe de lîsteya lêgerînê ve kontrola nasnameyan dikin û piştre desturê didin welatiyan.


(zt)