Gihandina bê muçe bi ‘Roja kirîn û firotina Eko-jinê’ re despê dike
18:58
Tîrmeh
25
/ 2016
JINHA
WAN – Ji bo yên dixwazin li Bazara Keda Jinan kirîn û firotinê bikin roja pêşemê otobusên mor bê muçe digerin.
Bazara Keda Jinê ya ku ji aliyê Şaredariya Rêya Armuşê û DAKA yê ve hati avakirin ji aliyê jinan ve rasti eleqeyek mezin tê. Ji aliyê Muduriya Jin û Malbatan a Şaredariya Rêya Armuşê ve kampaniyayek hatiye despêkirin. Li gorî kampaniyayê ji 4’ê tebaxê ve dê her pêşem di çarçova “Roja kirîn û firotina Eko-jinê” de ji bo yên dixwazin li Bazara Keda Jinan a li TOKİ ya Sixkê kirîn û firotinê bikin otobusên mor bê muçe bigerin.
(zt)