Serlêdana Îmraliyê carekdin hat red kirin
19:30
JINHA
STENBOL - Serlêdana parêzeran a ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, ji aliyê Serdozgerê Komara Bûrsayê bi spartina biyara 1. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve, carekî din red kir.
Serlêdana Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek, Îbrahîm Bînmez, Rezan Sarica, xwişk û birayên Abdullah Ocalan Fatma û Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê ya danê sibehê bi Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê kirin, carekî din hate redkirin. Dozgeriyê Hinceta nehevdîtinê jî spart biyara 1. Dadgeriya Înfazê ya di tevahiya demê Rewşa Awarte de ya ji aliyê Saziya Înfaz Ceza ya Ewlehiya Bilind hemû têkilî û hevdîtinên bi Ocalan re hatine qedexekirin.
(zt)